Parêzer Donmez: Li Îzmîrê dê dengekî gelê me jî berhewa nebe 2023-04-24 09:08:21   ÎZMÎR - Ji Partiya Çepên Kesk parêzer Halîl Donmez diyar kir ku xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin û got: "Dê dengeke gelê me jî berhewa neçe. Her kes dikare biçe ser sindoqan û bi dilekî rihet dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk."    Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlementeriyê yên 14'ê Gulanê re hindik ma. Partiya Çepên Kesk xebatên xwe bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk, li Îzmîrê xebatên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan 2 meh berê dan destpêkirin. Endamê Komîsyona Ewlehiya Sindoqan a Partiya Çepên Kesk Parêzer Halîl Donmez, têkildarî ewlehiya sindoqan de axivî.    'DÊ HER SINDOQ BÊ PARASTIN'   Donmez diyar kir ku ji ber serjimariya Îzmîrê pir e, ew bêtir li ser ewlehiya sindoqên li vir disekinin û got ku lê li herêmên din ên Egeyê jî xebatên wan ên ji bo ewlehiya sindoqan didomin. Donmez got: "Armanca me ya sereke ewlehiya sindoqan e. Me Partiya Çepên Kesk, li hermû navçeyan komîsyonên hilbijartinê ava kirine. Dê li her dibistanê 1 an jî 3 berpirs hebin. Li ser her sindoqê teqez dê muşahid hebin. Em parêzer jî hem wekî baroyan hem jî wekî rêxistinên hiqûqê em ê ewlehiya hilbijartinê birêxistin bikin. Ji hilbijartinê re hindik ma. Ji ber vê dê hemû hevalên peywirdar bên perwerdekirin."    DER BARÊ XEBATAN DE   Donmez ji bo xebatên ku dikin ev tişt ragihandin: "Muşahid û berpirsên dibistanan, dê piştî perwerdehiyan li cihê ku lê hatine peywirdarkirin mudaxileyî pirsgirêkan bikin. Ger pirsgirêk neyên çareserkirin, dê koma me ya mobîl a parêzeran mudaxileyî pirsgirêkan bike. Piştî ku hejmartin biqede jî dê karê me neqede. Dê zabitnameyên bi îmzeyên şil bên girtin. Ji lew re gava pirsgirêkek çêbibe ev zabitname esas tên girtin. Ev zabitname dê li navenda giştî bên komkirin. Navend dê daneyan bide ber hev. Ger pirsgirêkeke çêbibe dê me hişyar bike û em ê li gor vê mudaxile bikin. Gava sindoq bên girtin jî, hevalên me divê tevî sindoqan biçin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Ger astengiyek çêbibe, dê wesayît bên şopandin. Bi vî awayî dê bişopîne ku ray çûne Lijneya Hilbijartinê. Li vir deng tên berhevkirin û kontrolkirin. Ger daneyeke şaş tune be, ji YSK'ê re tên şandin. Gava ray bên hesibandin teqez divê nûnerekî Partiya Çepên Kesk jî li wir be. Divê kontrol bike bê kar ray rast tên hesibandin an na."    ‘BILA HER KES XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERKEVE'   Donmez bang kir ku her kes bibe muşahidê Partiya Çepên Kesk û got: "Banga me ji bo gelê me ev e ku ji bo xwedî li rayê xwe derkevin bila bibin muşahid."    Donmez destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de ji bo dengekî wan jî berhewa nebe dixebitin û got: "Dê dengeke gelê me jî berhewa neçe. Her kes dikare biçe ser sindoqan û bi dilekî rihet dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk."    MA / Delal Akyuz