HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Hevrûbûn gava ewil a avakirina aştiya civakî ye 2023-04-24 11:08:39 ENQERE - MYK’a HDP’ê ya têkildarî salvegera 108’emîn a Qirkirina Ermenan banga hevrûbûnê kir û destnîşan kir ku aştiya civakî encax bi vî şiklî dikare pêk were.    Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kesên di qirkirin û koçbarkirina bi sirgunkirina rewşenbîrên ermen a di 24’ê Nîsana 1915’an de dest pê kir re jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. HDP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de banga hevrûbûna bi Komkujiya Ermenan re kir. HDP’ê da destnîşan kir ku qirkirina wê rojê li ser ermenan dest pê kir, li ser gelên xirîstiyanan berdewam kir û wiha hate gotin: “Hevrûbûna sûcên li dijî mirovahiyê ji bo pêkanîna siberojeke hevpar û wekhev û aştiyeke civakî gaveke girîng e. Em êşa 108 salan a gelên qedîm ên Mezopotamya û Anatoliyayê parve dikin û kesên di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi bîr tînin.”