Ciwanên hatayî: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk 2023-04-25 09:02:54   HATAY - Ciwanên Îskenderûn û Payasê ku dê cara ewil biçin ser sindoqan, gotin ku ew ê ji bo azadî û demokrasiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Li Hatayê ku ji ber erdhejê gelek eks jê koç kirin, dê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de milyon û 62 hezar kes biçin ser sindoqan. Li Hatayê ku li gor hilbijartine berê 20 hezar hilbijêrên wê zêde bûne, tê diyarkirin ku dê hilbijêrên ciwan diyarker bin. Li navçeya Îskenderûn û Payasê ciwanan anî ziman ku dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    'JI BO WEKHEVIYÊ PARTIYA ÇEPÊN KESK'   Li Îskenderûnê Melek Zubeyde Ayaz got ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ayazê diyar kir ku jin bi zilmê re rû bi rû dimînin û tên qetilkirin û got: "Em aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin. Lewma em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk." ,   'DIVÊ JIN DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK'   Nazlican Şahînê jî destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk hîn bêtir qîmetê dide jinan û got: "Ji bo Tirkiyeyeke hîn wekhev û bedew ez dibêjim Partiya Çepên Kesk. Lewma dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye. Jin, bila baş bifikirin û li gor wê raya xwe bidin. Jin bila baş bifikirin û li gor wê raya xw ebidin. Li Hatayê namzetê rêza duduyan ê Partiya Çepên Kesk jin e. Em dixwazin wê bişînin meclisê. Lewma em dibêjin Partiya Çepên Kesk."    DÊ CARA EWIL BIÇIN SER SINDOQÊ   Guzel ku dê cara ewil biçe ser sindoqê got: "Ji bo siberojeke baştir, ji bo aştî û ji bo aboriyeke baş û ji bo el bi hev re bijîn, ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk."    'PAYAS DÊ RÊJEYA DENGÊN XWE 4 QATAN ZÊDE BIKE'   Li navçeya Payasê Kadîr Dûman bilêv kir ku cara ewil dê di vê hilbijartinê de biçe ser sindoqê û got ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Dûman destnîşan kir ku ew Partiya Çepên Kesk nîzî xwe dibîne û ji ber ku yeqîn dike ku dê pirsgirêkên ciwanan çareser bike piştgiriya wê dike. Dûman ji bo ciwanên ku dê cara ewil biçin ser sindoqê got: "Werin em xwe bi xwe ne. Em ê hev biparêzin. Li Hatayê herî kêm divê 2 kes biçin parlementerê. DIvê em li Payasê rêjeya dengên xwe çar qatan zêde bikin."    Edanûr Kara jî destnîşan kir ku ew ê ji bo demokrasiyê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.    Umriye Yaşar jî bilêv kir ku ew ê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û got ku ji lew re partiyên din ne li cem gel in. Yaşarê bang li ciwanan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    MA / Mujdat Can