Buldan: Ev operasyoneke kompasê ye 2023-04-25 16:32:15 WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanî operasyona binçavkirinan a îro da û wiha got: “Ev binçavkirin, operasyoneke kompasê ye.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Elbakê çû serdana bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk. Buldan, li pêşiya bûroya hilbijartinê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Buldan, têkildarî binçavkirinê serê sibehê yên navenda Amedê de axivî.    ‘EM Ê DAWÎ LI DESTHILATA 21 SALAN A AKP’Ê BÎNIN’   Buldan, diyar kir ku xebatên xwe yên li Wanê ji bo 8 parlamenteran derxînin dimeşînin û wiha got: “Ez soz didim we ku dê AKP’ê li herêmê veguherînin partiya tabelayê. Me li Colemêrgê got 3-0 û di wê baweriyê de me ku dê li Wanê jî bikin 8-0. Di vê mijarê de herî zêde jî baweriya min bi gelê Elbakê tê. Yek ji navçeyên herî zêde deng lê tên girtin jî Elbak e. Di van xebatên hilbijartinê û di diyarkirina dengan de hûn diyarker in. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina têkbirina desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan û zilm û zexta wan. Em ê di van hilbijartinan de dawî li AKP’ê bînin.”    ‘EV OPERASYONA KOMPASÊ YE’   Buldan, têkildarî binçavkirinên îro jî wiha got: “Di van demên xwe yên dawî de, bi navenda Amed li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê li dar xistin. Navê vê operasyonê, operasyona kompasê ye. Ez vê operasyona li dijî kesên dê xebatên hilbijartinê bimeşînin, parêzerên dê di hilbijartinê de peywirê bigirin, hunermendên ku dê derketina ser dikê û hevalên me yên xebatên hilbijartinê bimeşanda bi tundî şermezar dikim. Her ku winda dikin bêhtir êriş dikin lê dê pir mezin winda bikin. Lewma ez li hemberî zextan, astengkirinan û mercên faşîzmê banga piştevanî û yekitiyê li gel dikim. Roj roja yekitî û hevgirtinê ye. Roja roja mezinkirina têkoşînê û têkbirina faşîzmê ye.”