Şevîn Coşkûn: Em ê li Balikesîrê dîrokê binivîsin 2023-04-26 09:32:01   BALIKESÎR - Namzeta parlementeriyê ya Balikesîrê ya Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn destnîşan kir ku ji xeynî bajarên Kurdistanê, dê li Balikesîr, Aydin û Tekirdagê jî dîrokê binivîsin.    Partiya Çepên Kesk, ji bo di hilbijartinên 14'ê Gulanê de herî kêm 100 parlementeran bişîne meclisê bênavber dixebite. Li Balikesîrê ku xebatên ji bo hilbijartinê bênavber didomin, di hilbijartinên 2018'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 36 hezar û 760 deng girtibûn, lê bi vê rêjeyê nikaribû parlementerekî bişîne meclisê. Lê niha tê armanckirin ku ji Partiya Çepên Kesk ji vir parlementerek biçe Meclisê. Ji bo vê jî tax bi tax, gund bi gund û navçe bi navçe xebatên hilbijartinê didomin.   Namzeta parlementeriyê ya Balikesîrê ya Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn, têkildarî xebatên hilbijartinê yên li Balikesîrê axivî.      ELEQEYA JINAN   Coşkûn bilêv kir ku li bajêr bi eleqeyeke mezin re rû rû ne û got: "Li Balikesîrê gelek bîr û bawerî û nijad hene. Em ber bi kê ve diçin, bi hêvî li me mêze dike. Gava em belavokên xw ebelav dikin miro dibêjin, 'êdî bila ev desthilat biguhere.' Xwezaya Balikesîrê ketiye ber rantê. Zeytûnên wê hatine talankirin. Em li dijî van kiryaran e. Lewma em dixwazin daxwazên gelê Balikesîrê veguhêzînin meclisê. Li Balikesîrê tenê namzeta rêza yekemîn a Partiya Çepên Kesk jin e. Ev jî cudabûna partiya me nîşan dide. Em liq adê rastî eleqeyeke mezin a jinan tên. Jin pir bihêvî ne. Em ê heya 13'ê Gulanê tu malan nehêlin ku neçinê. Em ê bi hev re bi ser biekvin."   ‘EM Ê DÎROKÊ BINIVÎSIN'   Coşkûn diyar kir ku bi vê piştgiriyê hewl didin ku dîrokê binivîsin û got: "Em Partiya Çepên Kesk ji Colemêrg, Mêrdîn, Wan û bajarên din ên Kurdistanê temsîliyetê dişînin meclisê. Lê vê carê em ê ji bajarên wekî Balikesîr, Tekirdag, Aydin, Mûgla, Manîsa û Denîzliyê jî nûneran bişînin meclisê. Em di vî warî de xwedî îdia ne û bibiryar in. Ji lew re potansiyeleke me ya mezin heye. Vê carê ev bajar dêd îrokê binivîsin. Ji bo jiyaneke nû, em ê parlementeran ji vir bişînin meclisê û em ê tevahiya Tirkiyeyê bi rengê kesk boyax bikin."    BANGAWAZΠ   Coşkûn bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê yên AKP'ê ku bûne sedema krîzeke mezin û bang li gelên Balikesîrê kir û wiha got: "Em li dor Partiya Çepên Kesk bibin xelek û bi hev re bi ser bikevin."    MA / Delal Akyuz