Xizmên siyasetmedarê kurd Yazar: Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in 2023-04-26 10:05:19 RIHA - Xizmên siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar têkildarî hilbijartinê axivîn û wiha gotin: “Rengê me rengê xwezayê ye, em kesk in. Ji bo hişkkirina me dermanan bi kar tînin lê em hişk nabin. Em mîna darê ne. Me dibirin lê em dîsa aj didin.”  Partiya Çepên Kesk li Rihayê mal bi mal digere û xebatên hilbijartinê dike. Eleqeyeke mezin a xelkê Rihayê ji bo Partiya Çepên Kesk heye û dibêjin ku dê di vê hilbijartinê de îktîdara AKP’ê biguherînin.    Siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar di sala 1992’yan de Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê ya Gel kir û di 12’ê hezîrana 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Xizmên Yazar ên li Taxa Ordek a girêdayî navçeya navendî Karakopruyê dan zanîn ku dê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    ‘EM JI BO PÊŞEROJA XWE DITIRSIN’   Meral Yazar a 55 salî got ku dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û ev tişt anî ziman: “Li welêt tu tiştekî rast nema. Aborî xerab e, tiştên di erdhejê de qewimîn li ber çavan e. Hikûmetê bi rojan tu alîkarî neda. Xelkê bi destên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. Em êdî ji ber pêşeroj û jiyana xwe ditirsin. Li vir jî hem erdhej çêbûn hem jî lehî rabûn lê dewletê tu alîkarî neda. Kurd di navbera du aliyan de mane. Em ne bi tirkî ne jî bi kurdî dizanin. Ji ber van me zimanê xwe ji bîr kir. Em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Qet nebe em ji bo xwe tiştekî bikin. Min tenê carekê dengê xwe dabû Turgut Ozal lê piştre her tim min da partiyên kurd. Ji rêyan heta pir û febrîqeyan, AKP’ê her tişt firot. Gelê me dengê xwe dide kê bila bide lê bila nedin AKP’ê. Dê dîsa dengan bidizin. Lewma divê her kes li dengê xwe xwedî derkeve. Divê em xwedî l deng, ziman û nasnameya xwe derkevin.”    ‘ÊDÎ TEHEMÛLA MIN A DÎTINA ERDOGAN NEMA YE’   Belkis Yazar (62) jî diyar kir ku êdî tehemûla wê ya bihîstina dengê Tayyîp Erdogan jî nema ye û wiha domand: “Dema Erdogan derdikeve televîzyonê, ez yekser televîzyonê digirim. Ez ewqas tehemûla wî nakim. Nimêjê dike lê li gorî min bê destnimêj e. Xelk perîşe kir. Xelkê dixapînin. Lê rastiya wan pir cuda ye. Ma ez ê ji çi tiştê wî hez bikim? Ez ê dengê xwe bişewitînim lê nadim wî. Em kurd in û mafên xwe dixwazim. Ma dê çima dengê xwe bidim kesên din. Mixabin aqilê hinek kurdên me li serê wan nîne û dengê xwe didin kesên din. Gelo ma dema dengê xwe didin wan qey kurdan nas dikin? Nas nakin. Ji bo ziman û nasnameya xwe divê em dengê xwe bidin xwe. Bila maf û destkeftiyên kurdan jî hebin. Her tim gelê me tune dihesibînin. Dixwazim li nexweşxaneyê bi zimanê xwe biaxivim. Ma dê çima bi zimanekê din biaxivim? Bi taybet jî divê ciwanên me xwedî li mafên xwe derkevin. Em ji Erdogan hez nakin û dengê xwe jî nadin wî. Ez tehemûla dîtina wî nakim ma dê çawa dengê xwe bidim wî? Divê ji bo serokkomariyê dengê xwe bide Kiliçdaroglû û ji bo parlamenteriyê jî dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”    ‘MIN TENÊ CAREKÊ DENGÊ XWE DA AKP’Ê LÊ ÊDÎ TEQEZ NADIM’    Ji xizmên Yazar, Zahîde Yazar (65) jî da zanîn ku di hilbijartinên giştî yên 2018’an de dengê xwe dabû AKP’ê û wiha derbirî: “Min tenê carekê dengê xwe da AKP’ê. Min digot qey li ser rêya Xwedê ye. Lê min rastî dît û êdî nadim. Niha naxwazim êdî navê wî jî bibihîsim. Bû dijminê hemû mirovahiyê. Ewqas mirov di bin kavilan de man lê alîkarî neda. Dilê wan bi wê rewşa gel jî neşewitî. Her wiha krîza aborî pişt li xelkê şikand. Gelek kes êdî nikarin nanekî jî bikirin. Çi dibe bila bibe ez ê dengê xwe nedim AKP’ê.”   ‘PARTIYA ÇEPÊN KURD NÛNERA KURDAN E’   Têkildarî mijarê Mehmet Salih Yazar (25) jî destnîşan kir ku dê di hilbijartina serokkomariyê de dengê xwe bide Kiliçdaroglû û di yên parlamenteriyê de jî bide Partiya Çepên Kesk. Yazar, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber ku Partiya Çepên Kesk nûnertiya me dike. Ji ber ku partiya me piştgiriyê dide Kiliçdaroglû, em jî dê bidin wî. AKP’ê hêviyên me ciwanan tune kir. Li gorî min heke serokkomar biguhere dê tiştên baştir çêbibin.”    CIWAN DIBÊJIN PARTIYA ÇEPÊN KESK   Ji ciwanan Ahmet Kenan Yazar (18) jî got ku dê cara ewil dengê xwe bide û wiha axivî: “Ez ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk me temsîl dike lewma ez ê dengê xwe bidim wê. Tekane partiya kurdan temsîl dike Partiya Çepên Kesk e. Niha nîjadperestî û faşîzm heye. Ji ber nasnameya me cihêkariyê dikin. Em ji vê nerazî ne. Dixwazim dijbertiya li kurdan bi dawî bibe lê tu hêviya min nîne. Ciwan dizanin ku vê îktîdarê ciwantiya me rizand.”    ‘KURD BARANA BIHARÊ NE’   Yek ji xizmên Yazar, Mazlum Yazar jî têkildarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: “Weke civak em di bin zexteke mezin de ne. Em hemû mirovan wekî hev dibînin. Em cihêkariyê nakin. Kurd, mîna birûskê ne. Birûsk jî rê li ber baranên biharê vedikin. Em tu kesî ne ji xwe mezintir û ne jî kêmtir dibînin. Bîrdoziya me, heq û hiqûq e. Jiyana me û ya her kesî wekhev e. Lê li Tirkiyeyê rewş wiha nîne. Serokkomarê niha ne serokkomarê min e. Ev 20 sal in li dijî me cihêkariyê dike. Di îktîdara xwe de tu tiştek neda me kurdan. Pêvajoyeke aştiyê dest pê kir lê henekên xwe pê kirin. Her carê em tune hesibandin. Em pir bi dilsaxî nêz dibûn lê em ê êdî li gorî aqil tevbigerin. Rengê me xweza ye, em kes in. Ji bo hişkkirina me dermanan bi kar tînin. Lê em weke darê ne. Me dibirin lê em dîsa aj didin. Koka me qahîm e.”    MA / Omer Akin