Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike 2023-04-26 11:07:57 STENBOL - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma 1’emîn a Stenbolê Dêrsim Dag diyar kir ku dê kurd qedera Stenbolê û Stenbol jî qedera Tirkiyeyê diyar bike.    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Nifûsa Stenbolê 15 milyon û 840 hezar e û 11 milyon û 350 hezar û 969 kes dê dengê xwe bidin. Bi vê rêjeyê jî dê qedera hilbijartinê diyar bike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên sala 2018’an de nêzî milyonek û nîva dengan stand. Partiya Çepên Kesk jî hewl dide rêjeya dengên xwe du qet zêdetir bike. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma 1’emîn a Stenbolê Dêrsim Dag têkildarî hilbijartinê bi ajansa me re axivî.    Dêrsim Dag anî ziman ku heta 18 saliya xwe li Stenbolê jiyaye û wiha got: “Li vî bajarî hîn bûm ku kurd im. Li vir hînî siyasetê jî bûm. Ji bo zanîngehê çûm Kurdistanê û 4 salan min li Mêrdînê xwend. Piştre li Amedê weke wekîl hatim hilbijartin û 5 salan li wir mam. Vegera min a li Stenbolê bû vegera li zarokatiya xwe. Ji ber ku li vir bûm parçeyeke siyasetê. Min li vî bajarî xwe nas kir û niha li cihê min dest pê kiribû me. Bi milyonan kurd li vir dijîn û bi kurdî diaxivin. Bi salan di nav wan de jiyam û dema diçim serdana wan, weke keseka ji wan bim pêşwazî dikin. Di nav wan de mezin bûm û ya ku Dêrsim kiriye Dêrsim jî ew in. Bi hezaran malbatan re me heman qeder jiya. Her malbat heta dawiyê deriyên xwe li ber te vedike û tu xwe weke keseka ji wê malbatê dibînî. Dema min jî dest bi dibistanê kirî min bi kurdî nedizanî. Hevalên min jî wisa. Min çavên xwe bi vê têkoşînê vekirin û vaye ez hatim 26 saliya xwe û hêj di nava têkoşînê de me.”    Dêrsim Dag   ‘STENBOL DÊ QEDERA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE’   Bi domdarî Dag anî ziman ku Stenbol mezintirîn bajarê Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Bi milyonan kurd li vir dijîn. Qedera hilbijartina Stenbolê kurd diyar dikin. Stenbol jî qedera welêt diyar dike. Erdogan jî digot; ‘heke em Stenbolê winda bikin dê Tirkiyeyê winda bikin.’ Em tevek di ferqa vê rastiyê de ne. Heke em li Stenbolê serbikevin dê li her derê bi ser kevin. Heke em bikarin li Stenbolê faşîzmê têk bibin dê li tevahiya Tirkiyeyê têk bibin. Ji bo hemû partiyan Stenbol heman tiştî îfade dike. Rêxistinên herî mezin ên ciwanan, jinan û civakî li vir in. Bi kurt û kurmancî li Stenbolê dînamîzm heye. Li Kurdistanê Amed û li rojava jî Stenbol.”    ‘EM Ê WEKHEVÎ, AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’   Di berdewamê de Dag got ku Partiya Çepên Kesk berdewamiya kevneşopiya HDP, BDP, DTP û HADEP’ê ye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo hemû gelan, baweriyan, zimanan û hemû kesên rastî cihêkariyê têdikoşin. Têkoşîna me ji bo avakirina komara demokratîk e. Em ê bi vê yekê re wekheviyê, azadî û demokrasiyê ava bikin. Li Stenbolê hemû gel, bawerî, ziman û cudahî bi hev re dijîn. Paradîgmaya Partiya Çepên Kesk tam jî li vir aj dide. Heke Stenbolê hembêza xwe li Partiya Çepên Kesk veke em ê komara demokratîk ava bikin. Me tevan dît bê ka di 2015, 2018’an de çawa xwedî lê derket. Hilbijartinên 2023’yan di demeke ku têkoşîna ji bo hilweşandina faşîzmê di lûtkeyê de tên lidarxistin. Em pir nêzî pratîzekirina vê paradîgmayê ne. Gel xelkê Stenbolê dengê xwe bide demokrasiyê û bi vê hesretê biçe ser sindoqan. Tekane partiya çareseriyê pêşniyar dike, partiya me ye. Partiyên din xwedî polîtîkayên ku îradeya jin û ciwanan tune dihesibînin. Heke em bikarin rengê Stenbolê veguherînin keskê, dê siyaseta çareseriyê bikeve meriyetê.”    ‘ISRARA DI KURDÎ DE ISRARA DI KURDBÛNÊ DE YE’   Dag, bi lêv kir ku gelê kurd rastî polîtîkayên pişaftinê tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê gelekî tune tê hesibandin. Li dijî hemû polîtîkayên pişaftinê em neçarin hebûna xwe bidin qebûlkirin. Ez kurd im, zimanê min kurdî ye û bi kurdî dikare siyaset û bazirganî were kirin. Kurdî dikare bibe zimanê perwerdeyê. Heta ku çûm dibistanê jî min bi tirkî nedizanî. Lê li dibistanê zimanê min tune hat hesibandin û bi tirkî min perwerde dît. Divê em tevahiya zimanan biparêzin lê tirkî li min ferz kirin. Berhema zîhniyeta yekpereste. Divê em jî li dijî vê bêhtir xwedî li kurdî derkevin. Axaftina bi kurdî weke nîşaneya hebûnê ye. Ez dixwazim bi gelê xwe re bi kurdî biaxivim û bi wî zimanî siyasetê bikim. Ya ku kurd heta roja me anîn jî parastina vî zimanî ye. Êdî kesek nikare kurdan înkar bike. Bi zimanê xwe ez xwe baştir vedibêjim. Dixwazim li Stenbolê siyasetê bi kurdî bikim û bi kurdî li hilbijêran guhdarî bikim. Gel jî vê dixwaze. Israra di kurdî de, israra di hebûna kurdan de ye, israra di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye.    ‘SERKEFTIN DÊ YA JIN, CIWAN Û KURDAN BE’   Dag, axaftina xwe wiha qedand: “Dê gelê kurd, ciwan û jin qedera vê hilbijartinê diyar bikin. Lewma divê hemû ciwan, jin û kurd dengê xwe bidin demokrasiyê. Tenê yek ciwan nîne ku bandoreke neyînî ya polîtîkayên AKP-MHP’ê lê nekiribe. Tenê baweriya yek jinê jî bi vê îktîdarê nayê. Ji bo jiyaneke biewle ya jinan, ji bo jiyaneke bihêvî ya ciwanan, ji bo qebûlkirina nasname û zimanê kurdî, divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk ne partiyek lê mala ciwan, jin, kurd û gelan e. Li her 81 bajaran em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê di vê hilbijartinê de teqez faşîzmê têk bibin. Serkeftin dê ya ciwan, jin û kurdan be.”    MA / Ozgur Paksoy