Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin 2023-04-29 16:50:41 MÛGLA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li navçeya Bodrûmê tev li civîna gel bû, diyar kir ku bayê Partiya Çepên Kesk ji rojhilatê Tirkiyeyê ve jî tê û wiha got: “Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Bodrûm a Mûglayê civîna gel li dar xist. Civîn, li Qada Bazarê ya Yalikavakê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, endamê Meclisa Partiya Azadiya Civakî (TOP) Halûk Koşar û gelek kes tev li bûn.   Şandeya bi dehan wesayîtan kete qada civînê bi dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê serbikevin” û gerandina govendê hate pêşwazîkirin. Di civîna ku bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir de ji bo çapemeniya azad a bi girtin û binçavkirinan re rûbirû ye peyamên piştevaniyê hatin dayîn.    Piştî ku Hevserokên Partiya Çepên Kesk ên Mûglayê gel silavkirin endamê Meclisa TOP’ê Halûk Koşar, bi bîranîna Hîkmet Kivilcimli dest bi axaftina xwe kir.    ‘DI BIN SINDOQAN DE BIMÎNIN’    Koşar, anî ziman ku di hilbijartinên 2019’an de bi piştevaniya hemû hêzên demokratîk bi AKP’ê dan windakirin û wiha got: “Dê di hilbijartinên 2023’yan de di bin sindoqan de bimînin. Dema me ev pergala mêtîngeriyê ser û bin kir em ê serbikevin.”   ‘EM Ê BI KURDÎ BIAXIVIN’    Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî diyar kir ku bi berxwedana gel bend hilweşandin û wiha got: “Em ê niha dîsa AKP’ê hilweşînin. Heke em di mirovbûyînê de israr bikin em ê AKP’ê dîsa hilweşînin.” Ûgûr, bal kişand ser polîtîkayên zextker ên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê û wiha berdewam kir: “We di 7’ê hezîranê de rêyek vekir, hûn ê di 14’ê Gulanê de rêyeke din vekin. Em ê winda nekin.”   BÛLDAN: EM Ê BI ŞEV Û ROJ BIXEBITIN   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wiha axivî: “Ez bi hatina gel hev a kurdên li Mûglayê dijîn, bi demokratan re, serbilind im. Ev kelecan li Colemêrgê jî li Wanê jî li Bedlîsê jî li Mûşê jî hebû. Bayê Partiya Çepên Kesk hatiye rojavayê Tirkiyeyê jî. Em ê heta 14’ê Gulanê derî bi derî bigerin herkesê qaneh bikin û bi şev û roj bixebitin. Gelê Mûglayê wê nûnerekî rast bişîne parlamentoyê. Bayê li Mûglayê tê wê bandorê li bajarên me yên din jî bike. Êdî dema şandina tifaqa AKP’ê û MHP’ê hatiye û derbas jî dibe.    DENGEK JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGEK JI BO KILIÇDAROGLÛ   Dema ku em ji zilm, zext û cihekariya wan re bêjin bes e hatiye. 21 sal in li vî welatî selteneta xwe avakirin. Nizanin gelê Mûglayê çi dijî, ji ber ku feraseteke Qesrê ya jiyanê gelek xweş dibîne heye. Bi kîloya pîvazê re eleqedar nabin. Îro nizanin ku hevrêyên min ên jin ji ber krîza aboriyê çi dijîn. Di 14’ê Gulanê de tenê dengekî me heye li dijî wan. Em ê wan teqez bişînin. Feraseteke ku dijminê kurdan, demokrasiyê, jinan û ciwanan heye. Em jî xwişk û biratiyê û azadiyê diparêzin. Niha me dîsa biryareke stratejîk wergirt. Dengek ji bo Partiya Çepên Kesk dengek ji bo Kemal Kiliçdaroglû ye. Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin. Yek ji erkên me yên sereke ew e ku hesaba êşên me yên 14’ê Gulanê bipirsin.”   ‘ME HEVDÎTINA DÎROKÎ YA TIRKIYEYÊ PÊK ANÎ’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, diyar kir ku têkoşîna ew dimeşînin û vebijêrka siyasî ya derketiye holê li pêşberî hikumeta AKP’ê krîtîk e û got: “Vê hikûmetê xwest me bê vebijêrk bihêle. Li dijî HDP’ê her cure hewldanên komployê kirin lê me li dijî hemû lîstikên Osmaniyan bi Partiya Çepên Kesk re hevdîtina dîrokî ya Tirkiyeyê pêk anî. Ev hevdîtin ji bo me ji bo têkoşîna demokrasiyê ya jinan gelekî girîng e.”   Akin, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê weke ezmûnekê ne û wiha berdewam kir: “Dê di vê ezmûnê de pirsên ‘hûn ê li vî welatî faşîzmê bisekînin, an nasekinînin’ û ‘hûn alîgirê demokrasiyê ne an na’ bên pirsîn. Desthilat wê ji vê ezmûnê derbas nabe.”   Hevdîtin piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.