Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê 2023-04-30 09:10:00 MÛGLA - Nûnerên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê diyar kirin ku li Mûglayê potansiyela zêdekirina dengan heye û wiha gotin: "Em li kuçeyê dibînin, em ê ji vir parlamenterekî bişînin meclisê."    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Yek ji bajarên ku Partiya Çepên Kesk bênavber lê dixebite jî Mûgla ye. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Mûglayê Sureyya Turkoglû û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûglayê Emîn Yaşar diyar kirin ku armanca wan herî kêm parlamenterekî bişînin meclisê.    Yaşar bilêv kir ku li Mûglayê bênavber dixeitin û got ku ji bo em dengê Mûglayê û temsîliyeta wê bişînin melcisê, armanca me herî kêm parlamenterek e û wiha got: "Heya ji destê me tê em dixebitin. Em dixwazin êvara 14'ê Gulanê li Mûgkayê navê parlementerekî binivîsin."    'EM LI KUÇEYÊ DIBÎNIN KU EM Ê PARLAMENTEREKÎ BIŞÎNIN MECLISÊ'   Yaşar destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartineke dîrokî ye û wiha domand: "Lewma, dengek bi xwe jî pir girîng e û dikare gelek tiştan bigiuherîne. Divê em bi vê ferasetê tevbigerin." Yaşar, destnîşan kir ku di dema xebatan de li qadê rastî eleqeyeke mezin tên û got ku vê carê dê rêjeya wan a dengan li gor hilbijartina berê zêdetir be. Yaşar, wiha domand: "Me di hilbijartina borî de nêzî 45 hezar deng girtibûn. Lê vê carê em li kuçeyê dibînin ku em ê parlamenterekî bişînin meclisê. Ev yek jî rîtma xebatên me zêdetir dike. Kesên ku me nas dikin û dixwazin daxilî nava xebatên me bibin, hêviya me xurttir dikin."    Yaşar, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her dengê ji bo Partiya Çepên Kesk, ji bo edalet, aştî, biratî û azadiyê ye.    'EM Ê LI DIJÎ TALANKIRINÊ RABIN'   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Mûglayê Sureyya Turkoglû jî destnîşan kir ku li Mûglayê armanceke wan heye û ev tişt anî ziman: "Ji lew re cara din li Mûglayê hindik mabû me parlamenterek bişanda meclisê. Lê niha potansiyela dengên me pir zêde bûye."    Turkoglû axaftina xwe wiha qedand: "Li Mûglayê daristan pirtên talankirin. Ji ber sntralên termîkê, ji ber kanên keviran û madenan qirkirineke mezin heye. Piştî hilbijartinê em ê bi parlamenterê xwe re ewilî li dijî talankirina ekolojiya Mûglayê rabin û em ê heya dawiyê mafên bindestan, zarok û jinan biparêzin."