‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’ 2023-04-30 16:58:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê meşandin. Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan got ku dê 14 rojan bênavber bixebitin û li rojeke azad hişyar bibin.  Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê tenê du hefte man. Partiya Çepên Kesk jî li gelek bajaran xebatên hilbijartinê kirin.    ANTALYA   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li qada Mesîre Sarisu ya navçeya Konyaalti ya Antalyayê geştek li dar xist. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Antalyayê, jin, ciwan û gelek kes tev li geştê bûn. Qada geştê bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û ciwanan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di tevahiya çalakiyê de ciwanan li ber stranên bi kurdî, muzîkên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk û erbaneyê govend gerandin. Namzetên parlamenteriyê bi dirûşm û tililiyan hatin pêşwazîkirin. Her wiha rastî eleqeyeke zêde hatin.    Di geştê de ji ewil namzetê parlamenteriyê Mhsîn Taşar axivî û wiha got: “Li ser serê me Tifaqa Cumhur heye ku ji faşîzm û zordestiyê xwe xweyî dike. Heke em nekarin xwe ji van xelas bikin, dê pêvajoyeke pir xerab li benda me be. Desthilatdariyeke dijminatiyê li jin û ciwanan dike heye. Desthilatê êdî alaya îflasê li ba kiriye û dê roja ev têk diçin li tevahiya Tirkiyeyê were pîrozkirin. Divê em 14 rojên li pêşiya me bi awayekî herî baş binirxînin û divê her kes weke neferekê/a partiyê li taxan tev li xebatan bibe.”    ‘BER BI ROJA WEKHEV, ADILANE Û AZAD VE’   Ji namzetan Canan Çalagan jî got ku dê 14 roj piştre dê ber bi jiyaneke wekhev, adilane û azad ve bimeşin û wiha pê de çû: “Em ê komareke nû ava bikin û em kelecana vê dijîn. Ev 21 sal in me pir hewl da û em ê di 14’ê Gulanê de rejîma yekzilamî têk bibin. Ji bo ku em bikarin welatekî adilane, wekhev û azad ava bikin, divê hemû kes di 14’ê gulanê de biçe ser sindoqan. Bi taybet jî divê ciwan kolan bi kolan, mal bi mal bixebitin. Em ê di van 14 rojan de bênavber bixebitin. Em ê li rojeke wekhev, adilane û azad ku bi destê jinan hatiye avakirin hişyar bibin.”   ‘ÊDÎ DEMA ŞANDINA VAN HATIYE’   Namzetê parlamenteriyê Sarûhan Oluç jî di çalakiyê de wiha axivî: “Ev bû 21 sal û êdî dema guherandina van hatiye. Ji bo guherandina van, divê em di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û vê desthilatê bi awayekî demokratîk têk bibin. Em li Antalyayê di pûsûlaya deng de di rêza 12’emîn de ne. Em ê mohra xwe li cihê dar lê heye bixin.”    Piştî axaftinan jî çalakî bi dayîna xwarinê û lîstina lîstikan bi dawî bû.    ENQERE   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 1’emîn a Enqereyê Emîralî Turkmen jî li Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyeyiyan bi akademîsyenan re hate ba hev. Li vir taştê hate dayîn. Gelek akademîsyen tev li xwarina taştê bûn. Her wiha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû jî tev li bû.    Turkmen, di bernameyê de axivî û got ku dê têkoşîna akademîsyenên aştiyê li meclisê bidomîne. Turkmen, ji akademîsyenan rica kir ku kampanyaya hilbijartinê binirxînin. Turkmen, ku li pêşniyarên akademîsyenan guhdarî kir, spasiya tevan kir.    AYDIN    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Aydinê Ebrû Gunay, Sînan Çakmakçi di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana karkerên zeviyên çîlekan ên li navçeya Koşkê kirin û li pirsgirêkên karkeran guhdar kirin.    Gunay diyar kir ku ew ê li Meclisê bibin dengê daxwazên karker û kedkaran. Gunay xwest karker dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû.    ÎZMÎR    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Îzmîrê Abdulmecît Yildirim û rêveberên partiya xwe li navçeya Çeşmê serdana dikandaran kirin û belavokan li xelkê belav kirin û tev li “festîvala giya ya Alaçatiyê” bûn. Namzet Yildirim ji welatî û dikandaran xwest ku her kes piştgiriyê bidin partiya wan. Rêveberên partiyê li qadê standa xwe danîn û li ber stranên kurdî tev li coşa festîvalê bûn.    Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê li gelek navçeyên Îzmîrê bênavber xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên partiyê serdana dikandaran, malan dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul li Îzmîrê serdana saziyên elewiyan kir û daxwaza piştevaniya bo Partiya Çepên Kesk kir.    MÊRSÎN   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî li navçeya Yenîşehîrê serdana dikandaran kir. Namzet Perîhan Koca û Hamdiye Kirici tev li serdanê bûn.    DENÎZLÎ   Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Denîzliyê jî serdana rêxistinên sivîl û sendîkayan kirin û li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê sohbet kirin. Namzetan ji saziyan daxwaza piştevaniya bo partiya xwe kirin û dan zanîn ku ew ê partiya wan hemû pirsgirêkan çareser bike.    MANÎSA    Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê Habîb Eksîk, Vezan Karabûlût, Kerem Taylan, Ayşe Gul, Zubeyde Tarlabolen û rêveberên partiya xwe û rêveberên HDP’a Manîsayê li taxa Nûrlûpinarê ya Şehzedelerê serdana dikandaran û bazaran kirin. Xelkê eleqeyek zêde nîşanî namzetan dan û bi coş namzetan pêşwazî kirin. Piştî serdanan namzet Habîb Eksîk axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê.