Sancar: Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin 2023-05-05 20:07:11   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mamakê axivî, got: "Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin. Em ê ji sindoqê hêza guherînê û veguherîna demokratîk derxin."    Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di vê çarçoveyê de li Turkozuya Mamakê buroya hilbijartinê hat vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tayîp Temel, Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû, namzetên parlementeriyê yên Enqereyê Emîralî Turkmen, Îhsan Seylan û Zîşan Kurum Yilmaz tevlî vekirina buroyê bûn.    Di vekirina buroyê de ewilî Tayip Temen axivî. Temel got: "Dengê me, dengê Partiya Çepên Kesk e. Ji xeynî wê, divê li ser pusûleyê mohr li tu derê din neyê xistin. Divê hevalên me yên ciwan kuçe bi kuçe bigerin û ji bo vê bixebitin."    Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî diyar kir ku li çar hawirdorên Tirkiyeyê gel hazir e ji bo hilbijartinê û got: "Ji bedlîsê heya Wanê, ji Mêrdînê heya Îzmîrê, ji Enqereyê heta Artvîn û Amedê gelê me amade ye ku vê desthilatê bişîne û vê pergalê biguherîne."    Sancar di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku meşa wan dê azadî, demokrasî, aştî û edaletê bîne Tirkiyeyê û got: "Ev meş, bi bedêlan mezin bûye û her diçe mezintir dibe. Her kes dibîne ku em hem di hilbijartinan de hem jî piştî hilbijartinan ên diyarker in. Em li vir, li Turkozuyê, di dawetan û di şînan de gelek caran hatin cem hev. Em li vir ji bo xwedîderketina li keda karkerên paşveguherandinê kom bûne. Em dizanin bê rastî kedxwariyeke çawa tên."    Sancar destnîşan kir ku divê tu kes guh li propagandaya aloziyê ya desthilatê neke û got: "Guh nedin axaftinên ku tê gotin dê di hilbiajrtinêd e hîle bên kirin. Ji lew re tekane parêzkarên sindoqan tenê ne peywirdar û muşahid, gel bi xwe ye jî. Roja hilbijartinê em ê hemû li ber sindoqan û çewalên dengan nobedê bigirin. Divê tu eks dets ji sindoqên xwe û çewalên dengan bernede. Amadekariyê me hene û xebatên teknîkî tên kirin. Lê beriya her tiştî divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Hîle û xurde dê li ber hêza gel birûxin. Hêza herî mezin a gel e. Tu hêz di ser vîna gel re tune ye."    Sancar got: ""Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin. Em ê ji sindoqê hêza guherînê û veguherîna demokratîk derxin."