Banga ji bo mîtînga Sêrtê 2023-05-06 20:05:57   SÊRT - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê ji bo mîtînga ku dê sibê saet di 15.00'an de li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bê lidarxistin, bang kir.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê, ji bo mîtînga ku dê sibê li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bê lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê tevlî civînê bûn.    BANGAWAZÎ   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya mîtîngê hat kirin.   Tekîn wiha got: "8 roj ji hilbijartinê re man. Em ê mîtînga xwe ya dawî sibê li dar bixin. Em tevahiya gelê Sêrtê û şêniyên navçe û gundên Sêrtê vedixwînin mîtîngê. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran tevlî mîtîngê bibin. Werin em bi hev re mîtîngeke xurt li dar bixin. Û em îdiaya xwe dubare dikin; em ê bikin 3-0 û 3 parlementeran bişînin meclisê."    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Emîne Aşkara jî got: "Me amadekariyên mîtînga xwe team kirine. Em bang li gelê xwe dikin. Werin em qada mîtîngê tije bikin û xwedî li deng û rengê xwe derkevin."