Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê 2023-05-07 21:32:33   MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Manîsayê de got: “Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji xistina faşîzmê re.” Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Manîsayê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Laleyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz tevli mîtîngê bûn. Namzetê partiya Çepên Kesk ê Manîsayê Habîp Eksîk da zanîn ku wê hesabê rondikên Emîne Şenyaşar, Roboskiyê û Dayika Gulsum û 300 kesên li Somayê hatin qetilkirin bipirsin.  Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku wê di 14’ê Gulanê de qedera Manîsayê biguhere û got ku wê di 14’ê Gulanê de faşîzmê têk bibin. Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî di axaftina xwe de Denîz Gezmîş û hevalên wî bibîr anî û got ku wê di 14’ê Gulanê de tifaqa talanê bişînin û hesab bipirsin. ‘JIN WÊ AKP’Ê BIŞÎNIN’ Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku Partoya Çepên Kesk li her derê Tirkiyeyê ye û got ku dem hatiye ku ji rejîma mêrserwer xelas bibin. Bûldanê wiha dirêjî daye: “Hevalên hêja, em ê êdî yekîtiya xwe ava bikin. Em jin, em ê AKP’ê bişînin. Ji bo em ji xizanî, betalî û birçîbûnê xilas bibin dema şandina AKP’ê hatiye. AKP, dê di 14’ê gulanê de biçe ser sergoyê dîrokê. Dem hatiye, an em şer an jî aştiyê tercih bikin. Em ê terciha xwe li alî aştî û demokrasiyê bi kar bînin. Em ê dengê xwe  ji bo kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dane bi kar bînin. Em ê ji bo dayika Emîn Şenyaşar ku nobeta edeletê digire dengên xwe bi kar bînin. Em ê ji bo canên li Roboskiyç hatin qetilkirin denge xwe bi kar bînin.” DENGEK JI ÇEPÊN KESK DENGEK JÎ JI BÊ XISTINA FAŞÎZMÊ Bûldanê di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku gelê Manîsayê wê di 14’ê Gulanê de tercîheke girîng bike û wiha got: “Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me. Ez bang li gelê Manîsayê dikim. Dema hûn çûn ser sindoqê partiyên din nebînin. Tenê Partiya Çepên Kesk bibînin û mohra xwe li wir bidin. Dengekî bidin Çepên Kesk. Dengekî jî ji bo xistina faşîzmê bidin. Yên zilmê li vî gelî, li jinan û kedkaran dikin wê di 14’ê Gulanê de bersiva vê bigirin.” Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû.