Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin 2023-05-07 22:44:33   TEKIRDAG- Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di mîtînga Çorlûyê de got: “Meger li vir pêdivî b imin tune bûye. Li vir mesele çareser bûye! Pelên dara me kêm bûn, lê dar heman dar e.” Partiya Çepên Kesk, li navçeya Çorlû ya Tekirdagê li Qada Heykelê mîtîngek li dar xist. Bi hezaran kes tevli mîtîngê bûn. Di mîtîngê de welatiyan li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin û dirûşme berz kirin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Tekirda û Çorlûyê, namzetên parlementeriyê yên bajêr û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de namzetên parlementeriyê ên bajêr axivîn. Namzetan destnîşan kirin ku tu hêz nikare vê vînê bişikîne û gotin: “Em hebûn, em hene û em ê hebin.” Paşê Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder axivî. Onder di axaftina xwe de bal kişand ser partiyên kurdan ên heta niha hatine girtin û doza girtinê ya der barê HDP’ê de. Onder wiha axivî: “Bi van partiyên me re gelek tişt guherîn, lê tene du tişt neguherîn; gele me û hilbijêrên me yên her diçe pêş ve diçin. A din jî dara me. Dara me qet neguherî. Niha jî em bi darekê li ber we ne. Pelên wê hindik bûne, lê ew jî di girtîgehê de ne!” Onder bilêv kir ku tekane partiya ku bernameya demokrasiya ekolojiye anîne vî welatî partiya wan e û got: “Em bi vê serbilind in. Dê hestiyariya hilbijêrên Tekirdagê tevbigere. Divê ev dar, pelên vê darç û şaxên wê demildest bên temamkirin. Em ê aştî, azadî û demokrasiyê bînin vî welatî.” Onder di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girseya li qada mîtîngê kir û got: “Meger li vir pêdivî b imin tune bûye. Li vir mesele çareser bûye! Pelên dara me kêm bûn, lê dar heman dar e. Em ê welat bikin gulistan. Di vî baxçeyê gulan de cihê her kesî heye.” Piştî axaftina Onder hunermend Rojkar û Bengîn derketin ser dike. Girse li ber stranên hunermendan govend gerand.