Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê 2023-05-08 19:26:18   RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Rihayê de axivî, diyar kir ku ew ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê jî got: “Kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê.” Partiya Çepên Kesk, li Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kazim Hêvî Jiyan mîtîngeke mezin li dar xistç PIştî şahiya muzîkê ewilî Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel axivî. BOZYEL: HEYA KURD AZAD NEBIN NE NAN, NE JÎ DEMOKRASÎ WÊ TUNE BE Bozyel anî ziman ku ew bi hilbijartineke dîrokî re rû bir û ne û bibîr xist ku sedsala Peymana Lozanê ye. Bozyel destnîşan kir ku ev Peyman ji bo kurdan peymaneke bêhiqûqî û neheq e û got: “Sed sal derbas bûn. Hêzên global ji bo berjewendiyên xwe welatê me parçe parçe kirin. Çawa ku ev sedsal sedsala zilm û çewisandinê ye, di heman demê de sedsala berxwedana kurdan e jî. Kurdan tu carî dest ji daxwazên xwe bernedaye.” Bozyel bal kişand ser zextên desthilatê yên li hembe rkurdan jî û got: “Heya gele kurd azad nebe ne nan, ne demokrasi, ne jî aştî wê tune bin. Heya gelê kurd azad nebe dê istikrara çênebe.” AYDENÎZ: KESÊN KU JI BO TECRÎDÊ DENG DERNAXIN BILA NEYÊN KURDISTANÊ Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Aydenîzê destnîşan kir ku darbekariya herî mezin a desthilatê tecrîda Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Darbeya herî mezin bi tecrîdê pêk anîn. Xwestin tevahiya gel tecrîd bikin. Dixwazin bi tecrîdê jin û ciwanan û tevahiya civakê biçewisînin. Îro ro politikaya tecrîdê ji xwe re kirine rêber. Em dibêjin ku, çawa di navbera 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin hat kirin û rêya aştiyeke birûmet vebû, îro jî divê jib o demokrasiye deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heya deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê demokrasi û azadî neyên Tirkiyeyê. Lewma divê tecrîdê li Îmraliyê bê vekirin. Detshilata heyî vê tecrîdê pêk tîne. Ger sibê muxalefet bibe desthilat û ev tecrîd bidome û li hemberî tecrîdê tiştekî nekin, ew ê jî bibin şirîkê vê bêhiqûqîtiyê. Em li vir careke din dibêjin, kesên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd deng dernexînin bila neyên Kurdistanê. Ne Kurdistan ne jî kurd wan qebûl nakin. Muxatabê çareserkirina meseleya kurd birêz Abdullah Ocalan e. Lewma em ê denge xwe ji bo azadiya xwe û aştiyê bi kar bînin.” Paş endamê KKP’ê Kazim Hêvî Jiyan axivî. Piştî axaftina jiyan, qeyda denge Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê de hat guhdarkirin. SANCAR: EM Ê QUFLE AŞTIYÊ VEKIN Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar di axaftina xwe de got: “Di 14’ê Gulanê de gava hûn çûns er sindoqê, dê du pusûleyên dengan derkevin pêşiya we. Yek jê ji bo parlementeriyê ye. Li wir tene darek heye. Gava we rahişt pûsûleyê mohrê li bin darê bixin. Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke mezin bişînin meclise. Ji lew re ger ne em bin dê aştî û edalet neye vî welatî. Em ê quflea ku li aştiyê hatiye axistin vekin.” Sancar ku got “Em ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin. Em ê bibin partiya di wesfê mifteyê de. Gava em wisa dibêjin hin kes ditirsin. Bila bitirsin. Ew jî baş dizanin ku her ku em xurt bibin dê seltenata wan jî biqede.” Sancar bilêv kir ku ew ji Rihayê li benda rêjeyeke mezin in û got: “Ez ji bo AKP’ê rastiyê bibêjim, yê ku Rihayê winda bike, dê Tirkiyeyê jî winda bike. Em ê nehêlin Ûrfabi dest wan bikeve. Gava ew winda bikin dê aştî, edalet bê Rihayê. Dîroka mirovahiyê li vê axê dest pê kiriye, niha em ê jî dîroka vî welatî ji nû ve binivîsin. “