Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin 2023-05-09 11:52:29   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniya “darbeyê” ya îktidarêda û got: “A rast darbeya esasî ew e ku bi operasyonên qirkirina siyasî îradeya gel nas nakin.”    Ber bi nêzîkbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê re rayedarên îktidarê dest bi gotina “darbeyê” kirin. Bi van daxuyaniyan re operasyonên qirkirina siyasî jî li dijî rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl dest pê kirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel ku ji Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsiyar e gotinên rayedarên îktidarê ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re “darbeya siyasî ye” nirxand.    ZÎHNIYETA ÎKTIDARÊ    Temel destnîşan kir ku ne tenê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû dibêje “14’ê Gulanê hewldana darbeya siyasî ye” û ev gotin aydî zîhniyeta îktidara heyî ye û got: “AKP ji roja hatiye ser îktidarê xwe dispêre gel. Serê gotina wan binê gotina wan behsa îradeya milî dike. Lê di zemîna civakî de têk çûye. Her ku dibîne muxalefet dibe alternatîf, dibêjin em viya qebûl nakin. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên ‘darbeyê’ dikin. Pênasekirina hilbijartinê ya wek darbeye, bêperwatî ye. Hatina wan a ser îktidarê rewa ye, lê ya muxalefetê ku bê ser îktidarê ‘darbe’ ye, ne wisa? Pênaseya wan a bi vî rengî hin organîzasyonên din tîne bîra raya giştî.”    ‘ÎKTIDAR BI XWE ÎRADEYA GEL NAS NAKE’    Temel destnîşan kir ku helwesta îktidarê ya li hemberî îradeya gel baş tê zanîn û wiha axivî: “Dema wekîlên me, hevserokên me, hevşaredarên me û bi hezaran heval û hogirên me hatin girtin, me viya wek darbeya siyasî pênase kir. Xwedîgiravî parêzbendiya wan hat rakirin. Lê belê ya esasî darbeya siyasî ev bû. Îradeya gelê me nas nekirin. Bi dehan qeyûm şandin ser şaredariyên me. Me di hilbijartina xwecihî ya 2019’an de dîsa şaredariyê xwe bi dest xist. Lê hin şaredarên me bêyî mazbataya xwe werbigirin, wezîfe ji destê wan hat girtin û paşê dîsa hemû hevşaredarên me ji wezîfeyê hatin girtin, qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û gelek ji wan hatin girtin. Îktidarek ewqas bêhurmet nêzî îradeya gel dibe, niha jî radibe behsa ‘darbeyê’ dike. Ji ber vê yekê ev gotinên wan ji bo me ne suprîz in, çimkî ew bi xwe darbekar in. Hilbijartina Stenbolê mînaka vê yekê ya şênber e. Erdogan bi xwe derket û îradeya gelê Stenbolê nas nekir û biryara dubarekirina hilbijartinê da. Vê carê Ekrem Îmamoglû bi ferqek zêde dîsa bi ser ket. Daxuyaniyên wan ji niha ve nîşan didin ku wê îradeya gel nas nekin. Em van daxuyaniyên rayedarên îktidarê talûke û bifikar dibînin. Em van daxuyaniyan darbeya li dijî demokrasiyê pênase dikin. A rast darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nekin.”    BANGA XWEDÎDERKETINA SINDOQAN    Temel diyar kir ku dibe ku wek her carê AKP makanîka darbeye wek carê li dijî îradeya gel bixe dewrê û ji gel xwest xwedî li sindoqan derkevin û rê nedin provokasyonan.  ‘OPERASYONAN JI XWE RE KIRIN KAMPANYA HILBIJARTINÊ’    Temel anî ziman ku HDP ji sala 2015’an ve bi awayek zelal bi sepanên darbeya sîstematîk re rûbirû dimîne û wiha got: “Niha jî operasyonên qirkirina siyasî ji xwe re kirine xebat û kampanya hilbijartinê. Nemaze di pêvajoyên wiha krîtîk de rojnamevanên kurd binçav dikin û digirin, li dijî wan darbeyêpêk tînin. Li dijî çapemeniyê, azadiya ramanê û derbirînê, hiqûqê, siyasetê, hunerê û qada civakî ya sivîl darbeyan pêk tînin. Em dizanin ev ji aliyê kî ve tên organîzekirin. Ev ji navendên AKP-MHP’ê tên plankirin û hewl didin operasyonan bo xwe bikin kampanya hilbijartinê. Partiya me û îradeya gelê me ev 30 sal in bi darbeyan re rûbirû dimîne. Lê bila her kes baş bizanibe, wê ji niha şûn ve jî tu kurdek, tu endamek û dilxwazek û gelê me li ber darbeyên we û zextên we serî netewîne. Her wiha ez bang li partiyên muxalefetê dikim jî ku li ber van sepan û gotinên darbeyê yên rayedarên îktidarê bêdeng nemînin.”    MA / Yûsra Batihan