Ji bo mitînga Stenbolê bang: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Yenîkapiyê ve 2023-05-11 15:37:00   STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk ku banga tevlibûna mitînga fînalê ya li Yenîkapi ya Stenbolê were lidarxistin li welatiyan kir, wiha got: “Em ê bi rûhê 8’ê Adarê û Newrozê fînala xebatên hatin kirin li Yenî Kapiyê tacîdar bikin.”   Fînala mitîngên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dê di 13’ê gulanê de li Amed, Wan û Stenbolê bên lidarxistin. Mitînga li Stenbolê wê bi dûrişmeya “Em li vir in em ê bi hev re biguherînin” saet di 13.00’an de li Qada Yenîkapiyê dest pê bike.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz,  Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk, Berdevkê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglu û namzetê parlementeriyê Sirri Sureyya Onder wê beşdarî mîtînga ku bi sed hezaran kes tê hedefkirin bibin.    ‘JI BO AKP’Ê DAWÎ DIBE’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîk a banga tevlibûna mitîngê kir, diyar kir ku desthilata AKP’ê bi polîtîkayên zext, zilm û şer yên 21 salan hebûna xwe diparêze. Çelîk, bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Ji bo desthilatê êdî dawî hatiye. Hêza guhertinê ya vê pêvajoyê jî em Partiya Çepên Kesk in. Ji ber ku li dijî van polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên desthilatê me tu car paş ve gav neavêt. Em ê vê desthilatê bişînin.”   ÇAV DÊ LI STENBOLÊ BIN   Çelîk, anî ziman ku ji ber Stenbola bi milyonan hilbijêr lê hene diyarker e hemû çav li vê derê ne û wiha got: “Beriya hilbijartinan ruhê 8’ê adarê hebû. Bi wî ruhî me Newroz pîroz kir. Em ê bi ruhê Newrozê jî fînala hemû xebatên hatin kirin bi mitînga li Yenî Kapiyê tacîdar bikin. Çima çav li ser Stenbolê ne. Ji ber ku bi milyonan kesên tune tên hesibandin li vî bajarî kozmopolît in. Hemû hêviya van milyonan jî di Çepên Kesk de ye. Ji ber vê yekê Partiya Çepên Kesk li Stenbolê di hilbijartinan de diyarker e. Ez difikirim ku em ê vê di hilbijartinan de nîşan bidin.”   JI BO MITÎNGA FÎNALÊ BANG   Çelîk, da zanîn ku xebatên hilbijartinan bi dawî bûne û wiha got: “Çepên Kesk ji mitîngê re amade ye. Partiya Çepên Kesk dengê herkesê ye. Tevlibûna mitîngê wê bibe nîşaneya hilbijartinê. Kesên dibêjin ‘gotineke me heye’ divê bi reng û tilîliyên xwe li Mitînga Yenîkapiyê bin. Divê em hêza di hilbijartinên 14’ê Gulanê de nîşan bidin. Ji ber vê yekê tevlibûna zêde ji bo me girîng e. Her çiqas me tune hesibînin jî em hêza guhertinê ne. Em ê vê bi mitînga xwe ya fînalê bidin nîşandan. Em ê bi rojeke xweş li 15’ê gulanê hişyar bin.”