Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da? 2023-05-14 14:16:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye dengê xwe da û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê girtî ye. Demîrtaş têkildarî hilbijartina Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirinan kir.    Demîrtaş wêneyek xwe berê ku dema dengê xwe dide jî parve kir û ev pirs kir: “Min dengê xwe da, gelo we jî da?”