Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne 2018-04-14 11:10:05 STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku beriya hilbijartinan “destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê” ne raste û got: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrîkatiya bi MHP’ê re, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên der barê kurdan de, her aliyê kurd bi bandor kir û li ber çavan e.”  Ji avakarê AKP’ê yê di 2008’an de îstîfa kir û di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de siyasete dewam dike Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, tifaqên hilbijartinê yên partiyan. Tifaqa AKP-MHP û polîtîkaya AKP’ê ya kurd nirxand.    'MIN RÛYÊ AKP’Ê YÊ NIJADPEREST DI 2008’AN DE DÎT’    Firat serdema ku ji AKP’ê îstîfa kir bibîr xist û wiha got: “Polîtîkaya AKP’ê ya kurd rûyê xwe rasteqîn xwe di operasyona Efrînê de derxist holê. Min vê polîtîkayê di 2008’an de ferq kir. Min di 2008’an de îstîfa kir û ji wan veqetiyam. Wê rojê min îro dîtibû. Wê rojê min rûpoşa ewil dîtibû. Min rûyê wan ên nijadperest dît. AKP dema nû ava bû ji bo bibe desthialtdar xwe demokratîk û nerm nîşan da. Lê di bingeha wê de rêxistina otoratîka îro hebû. Ya rast em jî xapiyan. Nexwe em ne li ser bîr û baweriya dê demokrasî bê Tirkiyeyê derketin rê. Dema em niha li AKP’ê dinêrin, avakarên ewil kes li derdorê nemaye. Hemû hatin tasfiyekirin. Ji ber vê yekê jî ji Îttîhat û Terakkî li Tirkiyeyê li ser bindestan çi pêk hat îro jî heman tişt li ser kêmnetew û bindestan dewam dike. Feraseta Îttîhat Terakkî xwe bi şîrîkatiya AKP-MHP’ê nûjen kir û dewam dike. Ji bilî kurdan di hemû komên din de tarzê nijadperestiyê bi wan re heye.”    'ÊDÎ JI NIHA ŞÛN VE PIR ZOR E AKP DENGÊ KURDAN BISTÎNE’    Firat anî ziman ku li Tirkiyeyê tu desthilatdariyek ku piştevaniyê ji kurdan negire tu şansê dewamkirina desthilatdariya wan nîne û got: “AKP dema di 2002’an de hat ser desthilatdariyê, bandorek mezin a dengên kurdan hebû. Lê feqet salên pişt re vê piştevaniyê winda kir. Wa hilbijartina 2019’an nêz dibe. Operasyona Efrînê hêj di rojevê de ye. Lê dê ji niha şûn gelek zor be ku AKP dengê kurdan bidest bixe.”    Firat bal kişand ser geşedanên dawî û wiha dewam kir: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrikatiya AKP-MHP’ê, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên derbarê kurdan de hemû li ber çavan e. Ev geşedan hemû bandorek neyînî li ser aliyên kurdan kir. Ez ne bawerim AKP ji kurdan deng bigire. Ji bilî tiştek hindik.”    'ÎDIAYÊN PÊVAJOYA NÛ NE RAST IN’    Firat bal kişand ser hilbijartinên 2019’an û wiha axivî: “AKP ji bo ku dengê kurdan bistîne dê pêvajoyek çareseriyê ya nû biceribîne. Lê ev îdia ne rast in. Tayyîp Erdogan nikare dev ji polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan berde. Îdaya pêvajoyek nû ya çareseriyê nêzîkatiyek baş e. Lê ev jî nagire. Ne rast e. Êdî nikare dev ji vê polîtîkaya xwe niha berde. Dema îşareta Rabîa dike dibêje ku îşareta gur derketiye. Lê dema wê îşaretê dikir, hûn dixwazin biceribînin, lê tu îşareta gur dernakeve holê. Min gelek caran ceriband, lê nebû. Jixwe pişt re jî got ku îşareta gur tiştekî baş e.”    'HEKE KU DI TÛRA DUYEM DE JÎ DERNEKEVE ÎHTÎMALA ŞER MEZIN E’    Firat ewlehiya hilbijartinan jî nirxand û got: “Partî ne tûra ewil ya duyem esas digirin. Dê di tûra duyem de stratejiyek çawa bişopînin plan dikin. Lê heke ku wiha dewam bike, dê di tûra yekem de şansê AKP’ê û MHP’ê zêde bibe. Carek bingeh hat amadekirin. Bersiva pirsa ‘li cihekî demokrasî heye an jî nîne?’ li ser esasiya bi hilbijartinê dê bê û bi hilbijartinê biçe. Li Tirkiyeyê di hilbijartina herî dawî de ji vê veqetiya. Bi guhertina qanûnên hilbijartinê ewlehiya hilbijartinê jî li holê nema. Ji ber vî awayî heke ku xebatek pir micid neyê kirin, îhtîmala dê di tûra ewil de qezenc bike heye. Heke ku ev ji holê rabe di tûra duyem de jî îhtîmala şer mezin e. Yanî Tirkiye dê li Rojhilata Navîn bikeve nav şerekî pir mezin û îhtîmala hilbijartinan taloq bikin jî heye. Mixabin rewş ev e.”    'DIXWAZIN KOMA HDP’Ê YA MECLÎSÊ BIXÎNIN’    Firat di dawiya axaftina xwe bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Dixwazin Koma HDP’ê ya Meclîsê bixînin û bê bandor bikin. Dixwazin kurdan ji Meclîsê tasfiye bikin û siyasetmedarên kurd bi zextan û cezakirinê ji siyasetê dûr bixin. Bi van zextan hemû mafê siyasetmedarên kurd ên siyasete qetil dikin.”    MA / Yasîn Kobulan - Çagdaş Kaplan