Ne OHAL demokrasî 2018-04-16 15:22:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên CHP’ê bi minasebeta 16'ê Nîsanê salvegera guhertina Qanûna Bingehîn û 18 mehên OLAL'ê li 81 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de gotin "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin." Li gelek bajaran HDP û DBP'ê jî piştgirî dan çalakiyan.  Partiya Komarê ya Gel (CHP), beriya ku OHAL cara 7’emîn dirêj bibe û bi minasebeta 1'emîn salvegera guhertina Qanûna Bingehîn li 81 bajaran çalakî pêk anîn, derketin kolanan û daxuyanî dan. Endam, rêveberên, parlamenterên CHP'ê beşdar bûn. Li gelek bajaran jî endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî tev li çalakiyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Beşdaran di çalakiyan de gotin “Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin"  Endam û rêveberên CHP'ê di çalakiyan de çalakiyên rûniştinê pêk anîn û daxwazên xwe anîn ziman. Li Îzmir Endam û rêveberên CHP'ê li Qada Konakê çalakî pêk anî. Li Enqereyê endam û rêveberên CHP'ê li pêş avahiya bajar kom bûn û piştî daxuyanî dan çapemeniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li Edeneyê CHP'î li Parka Ataturk kom bûn. Girse piştî di lêgerîna polîsan re derbas bûn, hatin qadê û çalakî pêk anîn. Li Mêrsînê jî CHP’î li Parka Zarokên Azad kom bûn û çalaki pêk anîn. Li Antalyayê bi heman armancê CHP'î li Qada Cumhuriyetê kom bûn û çalika rûniştinê pêk anîn. Li Rihayê jî CHP’î li Karakoyunê daxuyanî dan.    Li Amedê jî CHP û gelek saziyên civakî li Qada Şeyh Said kom bûn û çalakî pêk anîn. Li Dersimê jî CHP'ê û rêxistinên civakî li Qada Seyit Rıza çalakî pêk anî. Rêxistina CHP'ê ya Xerpête jî bi heman armancê li Bazara Perşembe çalakî pek anîn. Li Êlihê li pêş Parka AVM'ê çalakî pêk anîn. Di hemû çalakiyan de polîsan tedbîrên gelek mezin girtin. Rêxistinên HDP, HDK, DBP, EMEP, DÎSK, KESK, TMMOB, Baro, Malên Gel ÎHD'ê û gelek rêxistinîn civakî piştgirî dan çalakiyan û xwestin demek berî demekê OHAL bêrakirin û rê li pêş demokrasiyê bê vekirin.