Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin 2023-06-12 09:08:14 STENBOL - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku faşîzm wê li kolanê were têkbirin û diyar kir ku dê di pêvajoya nû de bi perspektîfa rêya 3’yemîn wê xeta têkoşînê bihûnin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinan ji bo ji bo nexşerêya serdema nû diyar bikin pêvajoyek dan destpêkirin. Piştî civînên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM) rêveberiya herêmî civiya. Endamên partiyan piştî nîqaş û civînên hatin kirin diyar dikin ku wê bikevin pêvajoya kongreyê. Seroka Giştî ya yek ji pêkhateya HDP’ê Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren têkildarî pêvajoya ji nû ve avakirinê nirxandin kirin.    Elîf Torûn Oneren   ‘FAŞÎZM WÊ BI SINDOQAN NEÇE’     Oneren, diyar kir ku AKP’ê û MHP’ê hemû derfetên dewletê bikaranîn û wiha kete hilbijartinê û anî ziman ku encamên hatin wergirtin ne tercîha piranî kesan e. Oneren, bi lêv kir ku desthilatê li gorî serdemên din deng winda kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê desthilat jî hilbijartin jî ne meşrû ne. Divê herkes vê yekê bizane. Em weke sosyalîstan dizanin ku faşîzm bi sindoqên hilbijartinê naçe. Divê beriya her tiştî girse vê fêm bikin.” Oneren, diyar kir ku “muxalefeta pergalê” ketiye nava xeletiyeke ku gel ji kolanan dûr têxe û wiha berdewam kir: “Heke bal gel kişandibûna ser kolanan wê encam jî gelek cudatir bûna.”   RUHÊ SERDEMA NÛ   Oneren, destnîşan kir ku azadî ji têkoşîna kolanan de derbas dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi ruhê Geziyê tevbigerin. Ruhê Geziyê hêj jî tirsa desthilatê ye. Gezî hêj di rewşa ku rê nîşanî me bide de ye. Divê em vê ji mirovan re bêjin. Pêvajoyeke zortir li benda me ye. Em dibînin ku dijminatiya jinan bi hemû hêza xwe zêde bûye. Em ê li dijî van êrişan rêxistinkirina jinan xurttir bikin û li cem hev bisekinin û wiha têbikoşin.”   Oneren, bal kişand ku neçarin di asta berfirehî û tevgir de têkoşîna yekgirtî bihûnin û wiha pê de çû: “Yekane rê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî ye. Divê em vê derxînin pêş û ji têkoşîna xwe qet paş ve gavê neavêjin. Heke em vê ava nekin feraset û avaniyên ku weke HUDA-PAR’ê dê zêdetir xurt bin. Ji ber vê yekê şûna ku em bi armanca faşîzmê bisekinînin bixebitin divê ji bo faşîzmê bişînin sergoyê dîrokê bixebitin.”   PERSPEKTÎFA RÊYA SÊYEMÎN    Oneren, anî ziman ku di bingeha Rêya Sêyemîn de wê xeta têkoşîna yekgirtî bihûnin û ev tişt gotin: “Niha Partiya Çepên Kesk civînan dike û di encama van civînan de em jî dê nexşereya xwe ya yekgirtî diyar bikin. Ji xwe em partiyeke bi salan e li dijî faşîzmê têdikoşin in û li dijî vê jî me gelek bedel dan. Hewce bibe em amade ne ku bedelan bidin.”   KIRDEYÊN ŞOREŞÊ: JIN   Oneren, anî ziman ku li dijî polîtîkayên serweriya zilam her tim jin li pêş in û wiha lê zê de kir: “Di serî de jinên kurd ev yek pêk anî ye. Dema em li Şoreşa Rojava dinerin şoreşeke jinê ye û ji bo têkoşîna jinan mînak e. Dema em li erdnîgariya Tirkiyeyê dinerin heke şoreşek çêbibe dê di pêşengtiya jinan de çêbibe.”   Oneren a qala êrişên li ser Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê kir, destnîşan kir ku ev êriş “polîtîkayên qirêj” ên feraseta zilaman a serwer e. Oneren, diyar kir ku nayê qebûlkirin ku kêmasiyên di hilbijartinên de hatin jiyîn li hevserokeke jin bên barkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke pêkhateyên HDP’ê dixwazin vê destnîşan bikin; Em ketin pêvajoyeke ku zêdetir bibin hedefa HUDA-PAR’ê. Di kampanyaya linçe ya li dijî Pervîn Bûldanê de hişekî ku jinan dike hedef û nîqaş dike heye. Em vî aqlî qet qebûl nakin. Lê mixabin ev aqil niha li Meclisê ye. Di kesayeta Pervîn Bûldanê de soz didin ku em ê bi hemû jinên heta niha didin nîqaşkirin re din ava piştevaniyê de bin û paş ve gavê naavêjin.”   MA / Esra Solîn Dal