‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’ 2023-06-21 16:26:44 AMED - Birîna daran a ji aliyê cerdevanan ve li Geliyê Godernê tê kirin, bir rojeva Meclisê.    Birîna daran a li Geliyê Godernê yê di sêgoşeya navçeyên Pasûr, Licê û Farqînê yên Amedê de bir rojeva Meclisê. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşê Serokatiya Meclisê kir. Akça di pêşniyazpirsa xwe de cih da taybetmendiyên ekolojîk, dîrokî û xwezayî yên Geliyê Godernê. Akça, bi bîr xist ku li Geliyê Godernê bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn û anî ziman ku ev yek zirar dide gelî.   Akça ji bo Wezîr Yûmakli bi bersivîne ev pirs pirsîn:   “*Birîna daran a li herêma Geliyê Godernê ji aliyê kîjan saziyê ve bi kîjan hincetê hatiye daxwazkirin?   * Wezareta we ji mijarê agahdar e?   * Darên li herêmê tên birîn ji aliyê kê ve ji bo çi tên bikaranîn?   * Wezareta we dê ji bo birîna daran bisekinîne bikeve nava hewldanan?   * Wezareta we têkildarî birîna daran ku gelê herêmê û tevgerên ekolojîk weke ‘hilweşîna ekolojîk a bêveger’ dinirxîne, sûdeke cemaweriyê ya çawa têde dibîne?”