HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide 2023-07-07 13:37:08 STENBOL - HDP û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya amadekariyên serdema nû de dê sibe li Herêma Marmarayê starta civînên bi gel re bidin.    Pêvajoya jinûve avakirinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê de dabûn destpêkirin didomin. Piştî civînên bi rêveberiyên bajar û navçeyan re, dê sibe jî starta civînên bi gel re were dayîn.    CIVÎNÊN EWIL DÊ SIBE BEN LIDARXISTIN   Kitekitên civînên gel ên ku dê sibe li Herêma Marmarayê bên lidarxistin eşkere bûn. Civîn dê di navbera 8-25’ê tîrmehê de bên kirin. Civîn, dê ji hêla komîsyona hevpar a her du partiyan ve bên organîzekirin. Civînên ewil jî dê li navçeyên Sultaybeylî û Umraniye yên Stenbolê bên lidarxistin. Li her 3 herêmên Stenbolê dê li her 39 navçeyan civînên cuda bên lidarxistin. Civînên li Stenbolê dê heta 27’ê tîrmehê bidomin.    AMADEKARIYÊN SERDEMA NÛ   Di civînan de dê rexne û pêşniyarên beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê bên nîqaşkirin. Hilbijartina rêveberiyên herêmî yên ku tê payîn sala bê werin lidarxistin jî rojeveke din a civînan e. Dê kêmaniyên di hilbijartinên 14-28’ê gulanê de derketin holê bên nîqaşkirin. Amadekariyên serdema nû jî dê di çarçoveya pêşniyar û nêrînên di van civînan de bên kirin. Piştî hevdîtinên bi gel re, dê pêvajoya konferans û kongreyê dest pê bike.