Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin 2023-07-08 15:21:20   STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku Tirkiye di bijartina endamên NATO’yê de jî dijminatiya kurdan dike û bal kişand ser krîza aborî ya ku her diçe zêde dibe.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Çîgdem Kiliçgun Ûçar serdana rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê ku polîsan avêtibû ser û kelûpelên wê serûbin kiribû, kir. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê Ozgul Sakî û Celal Firat û Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî li gel Ûçar bûn.    Rêveberên HDP’a Esenyûrtê pêşwaziya Ûçar û şandeya wê kirin. Rêveberan derbarê serdegirtina polîsan de agahî dan şandeyê.    ‘DI MESELEYA NATO DE JÎ KURD DIBIN MIJAR’   Çîgdem Kiliçgun Ûçar di serdanê de axivî û destnîşan kir ku bi salane têkoşîna gelê kurd bi zextan re rû bi rû ye û armanca vê êrişê tunekirina têkoşîna kurdan û dostrên wan e.    Ûçar anî ziman ku siyaseta wan a demokratîk demek dirêj e di bin zextên desthilatdariyê de ye û wiha got: “Bila li têkoşîna gelê kurd binêrin. Ev operasyonên ku ev 40 sal in ji aliyê dewlet û hikûmetan ve tên kirin, bi dawî nebûne. Lê HDP hebûna xwe berdewam kir, mezin bû û bi pêkhate û tifaqên xwe nav li siyaseta Tirkiyê kir. Em dizanin ku ev pêvajo bi xwe berdewamiya xitimandina pirsgirêka kurd e. Çawa ku hikûmetên berê nêzî pirsgirêka kurd dibin, hikûmeta îro jî bi heman awayî nêz dibe û înkar dike. Binêrin, Tirkiye di hilbijartina endamên NATO’yê de jî têkoşîna gelê kurd dike mijara navendî. Tişta herî dawî ya ku Swêdê anî ser endamtiya NATO'yê, têkoşîna gelê kurd a li Swêdê bi raya giştî ya demokratîk re, ji aliyê Sekreterê Giştî yê NATO'yê ve weke provokasyonek hat binavkirin. Rengê siyaseta derve ya Tirkiyê ev e. Dîsa di polîtîkaya derve de hemû dostên me dizanin ku hem li Qamişlo û hem jî li Silêmaniyê sûîqest tên kirin. Em ji van bêaqilên re dibêjin ku hemû tiştên kirin ji pirsgirêka kurd qut nîne.”    ‘ŞER KRÎZA ABORÎ DERDIXE’    Ûçar anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li ser krîza aboriyê jî dike û şerê destilhatdarî dike dibe sedema feqîrî û krîza aborî.