Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk 2023-07-11 12:23:38 ENQERE - Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Koma Meclisê ya Partiya Çepên Kesk û têkildarî komeqanûnê rexne, pêşniyar û daxwazên xwe parve kirin.    Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) têkildarî komeqwanûnê li Meclisê çû serdana Partiya Çepên Kesk. Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyî pêşniyar, rexne û daxwazên xwe ji Partiya Çepên Kesk re ragihandin. Şandeya ji rêxistinên ked û pîşeyî pêk dihat, bi Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç û Endamê Komîsyona Bûdçeyê Mehmet Ruştu Tîryakî re hevdîtin kir.    Şandeyê, nêrînên xwe yên têkildarî komeqanûna “Pêşniyarqanûna Têkildarî Zêdekirina Baca Wesayîtên Bimotor a ji bo Telafîkirina Windahiyên Aborî yên Erdheja 6’ê Sibata 2023’an rê li Ber Vekirî û Guherandina Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ya Hejmar 375” bi Partiya Çepên Kesk re parve kir û xwest ku daxwaz, pêşniyar û rexneyên wan li Meclisê bên vegotin.