Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin 2023-07-29 09:00:55 AMED - Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan encama polîtîkayên şer e û got ku divê tecrîd ji holê bê rakirin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de 29 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Parêzer Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin.    Bunyamîn Şeker   29 MEH IN TU XEBER NAYÊ GIRTIN   Şeker diyar kir ku ne pêkan e ku mirov nexebergirtina ji Îmraliyê ku 29 meh in didome bi hiqûqê rave bike û got ku tiştekî wiha ne di peymanên navneteweyî ne di hiqûqa gerdûnî û ne jî di hiqûqa Tirkiyeyê de heye. Şeker bibîr xist ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi dehan caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye, lê heya niha gavek jî nehatiye avêtin û wiha berdeam kir: "Bi dehan serlêdan li ber DMME'yê sekinandî ne. Hê jî gavek nehatiye avêtin. Di sala 2014'an de ji bo 'Mafê Hêviyê' biryarek hat dayîn. Tirkiye di vî warî de jî tiştek nekiriye û ev yek jî li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê sekinandî ye. Hê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gaveke hiqûqî nehatiye avêtin. Nepêkanîna hevdîtina bi birêz Ocalan re û dirêjkirina bêpêwendiya mutleq, ne li derî berjewendiyên siyasî û polîtîkayên dewletê ne. Feraseta netew-dewletê, ji bo ku fikirên birêz Abdullah Ocalan negihên gelê kurd û Rojhilata Navîn, vê pêvajoyê dirêj dike."    TECRÎDA ÎMRALIYÊ TÊ KÛRKIRIN   Şeker bilêv kir ku dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê dirêj dikin û ev yek helwesta Tirkiyeyê ya li hember gelê kurd û meseleya kurd dide der. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de, ne li derî polîtîkayên şer in û wiha pê de çû: "Li her çar parçeyan li hemberî kurdan êriş hene. Ji bo ev yek bi ser bikeve tecrîda li ser birêz Ocalan tê domandin û dirêjkirin. AKP-MHP bi vê yekê dixwazin çi bikin?" Şeker destnîşan kir ku divê ev pirs bê nîqaşkirin.    ENCAMA POLÎTÎKAYÊN ŞER   Şeker destnîşan kir ku krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe jî ne li derî van polîtîkayên ewlehîparêz in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo xelasiya ji vê, ji bo car din gelên Tirkiyeyê di warê aborî, siyasî û civakî de aram bibin divê dewleta Tirkiyeyê, desthilata AKP-MHP'ê bi awayekî dest ji van polîtîkayên şer berde. Pêvajoya 213-2014'an bi awayekî eşkere da der kir dewleta Tirkiyeyê hem di warê temsîliyeta derve de îtibarek xwe çêbû hem jî di warê îstiqarara aborî û siyasî de tecrûbe çêbûn. Lê ji ber ku dewlet, AKP-MHP'ê ji ber vê nerihet bûn rabûn 'pêvajoya çareseriyê' bi dawî kirin û kûrkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan esas girtin. Yanî bi polîtîkayên şerî civakê ber bi xitimandineke wiha ve birin."    'GEL DIXWAZE TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Şeker ragihand ku di civînên gel de daxwaza ji bo rakirina tecrîdê berbiçav bûye û wiha lê zêde kir: "Gel jî, di vî warî de bi van nîqaşan tecrîdê qbeûl nake. Dixwazin demildest tecrîd ji holê bê rakirin. Li bara gel û civakê qebûlkirina birêz Ocalan ji her kesî ve eyan e. Sedema ku tim doza rakirina tecrîdê tê kirin jî ev e."    BERPRISIYARIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ   Şeker destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî tecrîdê tenê ne girêdayî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê ne û got ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê jî ji ber paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku li dijî modernîteya kapîtalîst hatiye çêkirin. Şeker bi lêv kir ku Tirkiye bi tena serê xwe nikare pergala tecrîdê ya li Îmraliyê pêk bîne û got: "Di vir de berpirsiyarî û payeke hêzên navneteweyî jî heye."   'DIVÊ TECRÎD JI HOLÊ BÊ RAKIRIN'   Şeker anî ziman ku divê muxalefet li dijî polîtîkayên AKP'ê helwesteke xurt bide der û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar berbayî vê lîstikê nekevin. Pir eşkere ye ku di warê civakîkirina vê paradîgmayê, pêkanîna wê, di pratîkê de avakirina wê û zîndekirina wê de berprisiyarî dikeve ser milê saziyên gelê kurd jî. Mirov dikare bi vî awayî tecrîdê bêwate bike. Divê em vê tecrîda dewletê bêwate bikin û lîstikên wan pûç bikin. Di vî warî de berprisiyarî dikeve ser milê her ferdeke kurdan, her kurdî û gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn. Divê bi vê bîr û baweriyê û bi têkioşîneke wiha jiholêrakirina tecrîdê bê armanckirin."    MA / Mujdat Can