Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye 2018-04-25 10:08:20   ÊLIH – Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç anî ziman ku li gel hilbijartina zordest jî gelek bi lez refleks nîşan dan û li hemû navçeyên xwe komîsyonên hilbijartinê ava kirin û got: “Divê partiyên kurd jî di hilbijartinê de ferasetek bi ser siyasete re nîşan bidin û bi xetereya neteweyî tevbigerin."   Piştî biryara hilbijartina zordest kêlî bi kêlî rojeva siyasetê diguhere. Partî hewl didin stratejiya xwe diyar bikin û demildest dest bi xebatên xwe bikin. Hemû alî tînin ziman ku dê kurd û HDP çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Êlihê Nîzamettîn Toguç ê ku bi salan di nav Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de xebat birêve bir têkildarî hilbijartina zordest û yekîtiya neteweyî ya kurd axivî.    'EM Ê LI ÊLIHÊ 5 WEKÎLAN DERBIXIN’    Toguç destnîşan kir ku armanca wan ew e dê div ê hilbijartinê de ji Êlihê 5 wekîlan derbixin û got: “Me li bajêr û navçeyên xwe komîsyonên xwe ava kirin. Her çiqas hilbijartinek zordest pêk bê jî, me bi zûtirîn dest bi xebatên xwe kir. Em ji bo hilbijartinê amade ne. Li pêşiya me rojên zor hene. Em di çarçoveya vê yekê de tevger bikin û xebatan birêve bibin. Gotin di cih de be, em ê dengên li Êlihê paqij bikin. Em ê peywîra xwe ya dîrokî bînin cih. Jixwe di Newrozê de gelê Êlihê bersiva pêwîst da.”    'EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN XWEDÎ DERBIKEVIN’    Toguç bal kişand ser ewlehiya sindoqên hilbijartinê û wiha dewam kir: “Ji bo ewlehiya sindoqan me hemû tedbîrên xwe girtin e û em ê vê tedbîrê dewam bikin. Xwedî derketina sindoqan peywîra tevahiya gel e. Li navenda bajêr dibe ku pirsgirêk dernekvin, lê dê li gundan dek û dolabên AKP’ê hebin. Em daxwaz dikin gelê me yên li gundan ewlehiya sindoqên xwe baş bigire. Em ê li gel hemû şert û mercên OHAL’ê xwedî li sindoqan derbikevin. Xwedî derketina dengan rûmet e.”    'DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’    Toguç bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd û wiha domand: “Kurdan hêj kongreyek xwe ya neteweyî ava nekiriye. Hemû gelên têkoşîna rizgariya demokratîk dide, heta kongreyek neteweyî ava neke dê bi ser nekeve. Gelek mînakên vê li cîhanê hene. Heta kurd kongreya xwe ava nekin û nebin yek dê li çar parçeyên Kurdistanê jî serkeftin pêk neyê. Îro yek ji peywîra herî lezgîntir yekîtî ye.”    TOGUC BANG LI PARTIYÊN KURD KIR    Toguç da zanîn ku pêwîste hemû kurd xwe di vê hilbijartina zordest de di çarçoveya hişmendiya yekîtiya neteweyî de bikin yek û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Meseleya neteweyî ne ya partiyekî ye. Pirsgirêka kurd tenê ne rojeva partiyekî ye. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên kurd ên li bakurê Kurdistanê, li dijî bloka faşîst a AKP û MHP’ê di bin sîwanek hevpar de kom bibin û biçin hilbijartinê. Çawa ew dixwazin kurdan bipelçiqînin û tune bikin û tifaqan ava dikin, divê em kurd jî di çarçoveya esasê yekîtiya neteweyî de tevger bikin û têkoşîna xwe bikin. Niha yekane partiyek muxalefetê dike ew jî HDP ye. Ji bo em vê desthilatdariya faşîst têk bibin, pêwîste hemû kesayet, sazî, komele, dezgeh, partiyên siyasî û gelê me xwe bike yek û biçe hilbijartinê.”    MA / Metîn Yoksu