MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya 2023-10-11 11:48:39   ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk bi rojevên kongre û pêvajoya siyasî li Enqereyê civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin serokatiya civînê kirin. Hat zanîn ku di civînê de kongreya ku dê di 15’ê cotmehê de li Eywana Sporê ya Ataturkê ya Enqereyê were lidarxistin û pêvajoya siyasî bên nirxandin.