Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin 2023-10-12 11:00:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê HDP'yî Tayyîp Temel têkildarî kongreya Partiya Çepên Kesk a ku dê 15’ê cotmehê were kirin axivî û anî ziman ew di pêvajoyek ku desthilatdarî hemû hêviyan ji holê radike de li ser pêya ne û got: "Em ê bi kongreya xwe destpêkekî nû bikin."   Kongreya Partiya Çepên Kesk a asayî dê di 15’ê cotmehê roja yekşemê li Eywana Sporê ya Ataturk a Enqereyê de bê lidarxistin. Amadekariyên kongreyê berdewam dikin. Siyasetmedarê HDP'yî Tayyîp Temel duh bû mêvanê bernameya Ankara Gundemî ya Arti TV û têkildarî amadekariyan hin agahî perve kirin.    Temel li ser mijara navê nû yê partiyê hin nirxandinên girîng kir û anî ziman ku dê biryarê lijneyên partiyê, piştî kongreye bidin û got: “Guherîna navê partiyê ev demeke dirêj e dihate nîqaşkirin. MYK biryarek da lê belê dê ev biryar pêşkêşî delegasyona kongreye were kirin. Navê partiyê di civînên gel de têrî xwe hate nîqaşkirin lê belê dê ev guherîn girêdayî vê kevneşopiyê jî were kirin."    ‘DÊ BIRYARA DAWÎ KONGRE BIDE’   Temel diyar kir ku parvekirina nav bi xwe re hin metirsiyan jî anî û got: “Em ji hewldanên sabotekirinê ya hin derdoran agahdar in. Ji bo ku pirsgirêkek dernekeve, dê ev nav pêşkeşî kongreyê were kirin û dê biryara dawî kongre bide. Hat gotin ku dê cewhera HDP’ê were parastin û navê ku dê were danîn dê li gorî perspektîfa vegera cewhera xwe be.”    ‘DÊ PÊŞENGTIYÊ HEVSEROKÊN NÛ BIKE’   Temal da zanîn ku hevserokên nû yên partiyê jî dê di civîna dawî ya komîsyona mutabakatê de diyar bibe. Temel anî ziman ku taybetmendiya herî girîng ên hevserokên nû dê li gorî pêşengtiya dem û pêvajoya krîtîk be û dê heya roja kongreyê navên her du hevserokan diyar bibe.    Temel destnîşan kir ku dê guherînên di rêziknameyê de jî peşkeşî MYK’yê werin kirin û têkildarî dema kongreyê jî wiha got: “Rojhilata Navîn dişewite, bûye dojeh. Em di pevajoyeke ku herî zêde pêdivî bi çareseriya pirsgirêka kurd heye de derbas dibin. Pêvajoyeke ku destkeftiyên kurdan di bin êrişên mezin de ye. Pevajoyeke ku li dijî siyaseta demokratîk êrişên mezin tên kirin e. Amadekariyên me yên ku dê ji bo van hemûyan peyameke çareseriyekê derxe pêş hebe. Dê ev peyam piştî diyarkirina hevserokan, dê bi raya giştî re were parvekirin.”    Temel li ser peyama herî girîng a ku dê di kongreyê de were dayîn jî got: “Di pêvajoyeke ku muxalefet di nava krîzê de hatiye hiştin de, desthilata ku hemû hêviyan xistiye li bin piyan, em ê bêjin em li ser pêya ne û em ê hemû kêmasiyên xwe bi wêrekî nîqaş bikin. Em ê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bêjin ku hêza çareserkirina van hemû pirsgirêkan dê partiya ku cihê Partiya Çepên Kesk bigire be.”   ‘EM DESTPÊKEKÎ NÛ DIKIN’   Temel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em destpêkekî nû dikin. Em ê bi nêrînekî nû, destpêkekî ku ji nîqaşên hatine kirin encaman derdixin pêk bînin û di dema vê destpêka nû de jî dê teqez dînamîkên herêmî û gelê xwe esas bigirin.”