Buldan li Bazîdê got: Peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandî nîşanî AKP’ê bidin 2018-04-27 14:30:36   AGIRÎ – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Bazîdê ji gel re axivî û got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê dê bandorê li ser dîroka Tirkiyeyê bike. Tu rûyê AKP’ê nîne ji kurdan deng bixwaze. Yên hatin ji we dengan jî xwestin, peykerê Ehmedê Xanî yê xerakirin nîşanî wan bidin.”    Ger û geşta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li herêma Serhedê dewam dike. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Wekîla Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên navenda giştî ya HDP’ê ku ji heyetekê pêk dihatin derbasî navçeya Bazîdê ya Agiriyê bûn. Heyet li ber avahiya partiya xwe ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Li vir civîna gel hat lidarxistin.    ‘BAZÎDÊ HER TIM DÎROK NIVÎSANDIYE’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji gel re axivî û bi bîr xist ku gelê Bazîdî di serdema herî dijwar de xwedî li vîna xwe derket û got: “Bazîdê her tim dîrok nivîsandiye. Her tim xwedî li partî û dengê xwe derketiye. Dê ev gel carek din di 24’ê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkeve. Li gel hemû zordestî û êrîşan jî ez we vedixwînim xwedî deketina vîna we. Dengê xwe bidin xwe. Dengê we her tim dîrok nivîsandiye. Hûn ê dîsa bi heman zîndewariyê bixebitin û heman rengî bidin nîşandan. Lê AKP a ku nikaribû we di hilbijartinê de têk bibe, qeyûm tayînî ser şaredariya ku vîna we bû kir. Karê ewil qeyûm kir girtina Navenda Tibê ya Ayşegul Zarakolu bû. Navê Kolana Îsmaîl Beşîkçî guhert. Karê ewil ê qeyûm ew bû ku peykerê Ehmedê Xanî hilweşand. Em li vir soz didin we, em ê di hilbijartinê de qeyûm ji vir paqij bikin û biavêjin. Em ê AKP’ê paqij bikin ji vir. Dê AKP bibe partiya tabelayê. Em ê carek din li Agiriyê çar û çar derbixin.”    ‘PEYKERÊ EHMEDÊ XANÎ NÎŞANÎ WAN BIDIN’    Buldan anî ziman ku tu rûyê AKP’ê nîne li vir ji Kurdan deng bixwaze û wiha domand: “Dema AKP’î hatin dengan ji we xwestin Selahattîn Demîrtaş, hevşaredarên girtî û wekîlên girtî bi bîra wan bixin. Yên hatin deng ji we xwestin, peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandin nîşanî wan bidin. Em bi rihê seferberiyê biçin hilbijartinê. Em di 24’ê Hezîranê de carek din bidin nîşandan ku ev der bajarên kurda ne.”    Piştî civînê heyet çû cihê peykerê Ehmedê Xanî lê hat hilweşandin ziyaret kirin.    Heyet piştî bernameya li Bazîdê derbasî navenda Agiriyê bû.