Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye 2023-10-14 10:50:25   ENQERE - Amadekariyên kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku sibê li Enqereyê bê lidarxistin, temam bûn. Hevserokên partiyê dê bên guhertin û navê nû yê partiyê wê bê ragihandin. Tê payîn di kongreyê de peyamên girîng ji bo muxalefet û îktidarê bên dayîn.    Partiya Çepên Kesk sibê Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 4’emîn wê li Enqereyê li dar bixe. Kongre bi dirûşma “Ji bo azadiyê” li Eywana Sporê ya Atatûrkê bê lidarxistin. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku di 30 salên dawî de yek ji kongreya herî bi heybet û qerebalix li dar bixe. Wê di kongreyê de hevserokên giştî, endamên Meclisa Partiyê (PM) û endamên Desteya Rêveberiya Navendî were guhertin. Her wiha wê navê nû yê partiyê jî ku ev demeke dirêje nîqaş li serê tên kirin, bê ragihandin.    GUHERTIN Û NUJENKIRINA RÊZIKNAMEYÊ    Her wiha yek ji amadekariyên kongreyê jî guhertina rêziknameyê û şixûlîna partiyê bû. Li ser vê jî amadekarî bi dawî bûn û tê payîn wê rêzikname were guhertin û hejmara endamên Meclisa Partiyê jî bên kêmkirin. Her wiha hat gotin girseya partiyê pêşniyaz û rexneyan kiriye û ev yek li ber çavan hatiye girtin û wê di hin xalan de guhertin bên kirin û wê xalên nû li rêziknameyê bê zêdekirin. Wê di rêziknameyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî-dayikê û avakirina akademiya siyasetê wê di rêziknameyê de cih bigirin.    ROJEVA SEREKE TECRÎD Û PIRSGIRÊKA KURD E    Wê rojeva sereke ango bigehîn a kongreyê dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan u çareseriya pirsgirêka kurd be. Wê di kongreyê de bê xwestin ku tecrîd bê rakirin û Ocalan bigihîje azadiya xwe û her wiha şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn jî dê di rojevê de be. Tê payîn di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de peyamên girîng ji bo desthilatdariyê û muxalefetê bên dayîn.    JI 7 HERÊMAN OTOBUS DÊ BÊN RAKIRIN    Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibe. Wê partî ji heft herêmên cuda yên Tirkiyeyê otobusan amade bike û girseya xwe veguhezîne kongreyê. Tê payîn ku wê partî li gorî derfetên xwe nêzî 10 hezar welatiyan veguhezîne kongreyê û ev xebat ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyan vê tê organîzekirin.    MÊVANÊN BIYANΠ   Ji çar aliyên Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê rêveber û nûnerên sazî û dezgehan ji bo kongreyê hatine vexwendin û tê payîn gelek mêvan beşdar bibin .  WÊ TENÊ DERIYEK VEKIRÎ BE    Di warê teknîkî de jî amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Ewyana kongreyê ya ku tê xemilandin li benda bi hezaran mêvanên xwe ye. Wê ketina eywanê tenê di deriyekî de pêk were. Rayedarên partiyê ji ber xetereya ewlehiyê tenê deriyekî vekirine û wê rojnamevan jî di deriyekî din de bikevin eywanê.    Ji bo ewlekariya li eywana kongreyê jixwe 50 ewlekarên wezîfedar hene lê partiyê bi xwe jî komek ewlekaran a ji 200 kesan pêk tê amade kiriye. Hat zanîn ku nêzî 20 parlamenter û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî ji bo ewlehiya kongreyê hatine wezîfedarkirin.    MA / Selman Guzelyuz