Navê nû diyar bû: HEDEP 2023-10-15 10:49:41 ENQERE – Navê nû yê Partiya Çepên Kesk weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate diyarkirin.    Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Li gorî biryara Komîsyona Amadekarî û Mutabaqetê ya partiyê, navê partiyê yê nû dê bibe Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).