Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt 2023-10-16 12:57:32 ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê Burcugul Çubuk diya kir ku wan bi kongreya partiya xwe gavek mezin avêtine û got: “Em ê qîmeta vê li kolanan bibînin.”    Partiya Çepên Kesk bi beşdariya hezaran kes duh li Enqereyê kongreya xwe ya mezin a 4’emîn li dar xist. Di kongreyê de navê partiyê hat guhertin û navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) lê hat kirin. Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari Orûç wek hevserokên giştî hatin bijartin. Parlamentera HEDEP’ê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî kongreyek xurt li dar xistin e.    Parlamentera HEDEP’ê Burcugul Çubuk   'ME GAVEK MEZIN AVÊT’    Çubuk destnîşan kir ku hêz û xurtbûna têkoşîna wan carek din xwe daye nîşandan û got: “Têkoşînê carek din xwe tescil kir. Me li eywanê û li derdora wê ev yek dît. Me dît ku gel çawa xwedî li partiya xwe û remzên xwe polîtîk derdikeve. Ciwanan li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan her tiştî dan ber çav û posterên wî vekirin. Di vê çarçoveyê de xetek nû ya têkoşînê û rêxistinkirinê xwe da pêşiya me. Kongreya me xwe bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê’ xwe bi rêxistin kir. Em bi vê dirûşmê dixwazin viya bêjin; Em dîsa gav diavêjin lê gavek ku xwe dubare nake ye û gavek mezin e. Ez wisa bi bawer im em ê qîmeta vê yekê li kolanan bibînin.”    Çubuk anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê yek ji xalên girîng ên rojeva kongreyê bûye û got: “Erdogan ji ber aştiyên axwaze tecrîdê dijwartir dike. Tecrîd peyama ‘li dijî her kesî şer wê bidome’ dide her kesî. Kengê pêvajoya çareseriyê qediya tecrîda li Îmraliyê jî hêdî hêdî hat zêdekirin.”