Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel 2023-10-17 10:29:39 ENQERE - Nivîskar û rewşenbîrên tev li kongreya HEDEP’ê bûn diyar kirin ku tevî polîtîkayên zextê jî kongre bi coşeke mezin hatiye lidarxistin û vê yekê hêvî daye civakê.  Partiya Çepên Kesk di 15’ê cotmehê de li Enqereyê kongreya xwe li dar xist û navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û nivîskar û rewşenbîrên tev li kongreyê bûn çavdêriyên xwe yên têkildarî kongreyê bi ajansa me re parve kirin.    ‘KONGRE BÛ MORAL’    Yeşîm Dorman   Nivîskar û lîstikvan Yeşîm Dorman diyar kir ku xeta têkoşînê ya HEDEP’ê daniye pêşiya xwe dê bi ser keve û kongre ji bo gel bûye moral. Dorman, wiha domand: “Di tevgera siyasî ya kurd de min herî zêde ji HADEP’ê hez kir. Lewma jî navê HEDEP’ê gelek bi xweşiya min çû û keyfxweş bûm. Kongre ji bo me bû moral. Hêvîdarim ku di pêvajoya pêş de Meclisa Partiyê peywirên daniye pêşiya xwe pêk bîne. Di kongreyê de yek ji tiştên herî zêde bala min kişandî, tevlibûna xurt a malbatên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn bû. Herî zêde pêdiviya wan bi moral hebû. Ji ber ku dibînin ku têkoşîna zarokên wan hêj berdewam e.”    ‘HÊVÎ XURT KIR’    Nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol   Nivîskar-rojnameger Huseyîn Aykol jî destnîşan kir ku kongre gelek bicoş derbas bûye. Aykol, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî piştî hilbijartinê dilnexweşiyeke gel hebû. Tevî hemû zehmetiyan jî bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Tevlibûna xurt a kongreyê bêguman pîvaneke lê pîvana din a girîng jî biriqîna çavên mirovan û bendewariya wan e. Siyasetmedarên partiyê yên li wir jî ev rewş piştrast kirin. Her wiha min dît ku kelecaneke mezin a ciwanan heye. Vê pêvajoya jinûvesazkirinê di hafizeya her kesî de hêvî xurtir kir. Lewma me bi tevlibûn û coşa xwe kongreyeke gelek berhemdar derbas kir.”    Bi domdarî Aykol anî ziman ku HEDEP ji bo pêkanîna hedefên xwe dê di pêvajoyên pêş de polîtîkayên xwe bi awayekî xurt têxe meriyetê û ev nirxandin kir: “Biryarên di kongreya HEDEP’ê de hatine dayîn, dê di pêvajoya pêş de bikevin meriyetê. HEDEP’ê ji vî alî ve gavekî baş avêt. Hedefa wan a ewil ew e ku şaredariyên ji hêla qeyûman ve hatine xespkirin dîsa jê bistînin û li gorî hêvî û daxwaza gel rêveberiyên rasteqîn ên herêmî ava bikin. Dema min li temamiya kesên nû hatine peywirdarkirin nihêrtî, min keyfxweşî û hêvî dît. Peywireke zehmet girtin ser milên xwe.”    ‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’   Cemîl Aksu    Ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê nivîskar Cemîl Aksu jî daxuyand ku têkoşîna HEDEP’ê ji bo demokratîkbûnê girîng e û wiha got: “Partiyên muxalefetê yên li Tirkiyeyê, piştî hilbijartinên dawî ketin nava hewldan û lêgerînên jinûvesazkirinê. Nîqaşên di şexsê Partiya Çepên Kesk û HDP’ê de dihatin meşandin me jî ji nêz ve şopandin. Ji ber ku ev xeta her du partiyan û HEDEP’ê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ya Tirkiyeyê û têkoşîna ekolojiyê dimeşîne. Lewma em têkoşîna ji bo demokratîkkirin û azadkirina Tirkiye, Kurdistan û tevahiya herêmê girîng û krîtîk dibînin. Tevlibûna kongreyê, kelecan û coşa wê, ji bo serdema pêşiya me bû hêviyeke mezin. Hem me û hem jî şandeyên ji derve hatin ev coş pir bi zelalî dîtin.”    Aksu, wiha pê de çû: “Dê îktîdar di serdema pêş de zextên xwe pir girantir bike. Di vê çarçoveyê de divê muxalefeta civakî eniya xwe birêxistin bike û rêxistiniya xwe berfireh bike. Ev yek pir girîng e. Li gorî me dê di vê pêvajoyê de têkoşîna ekolojiyê ya HEDEP’ê dê xwedî roleke girîng be. Em ê di vê qadê de têbikoşin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”    'RÊYA WÊ VEKIRÎ BE’    Fîdan Ataselîm   Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin Fîdan Ataselîm jî diyar kir ku tevî polîtîkayên zextê yên îktîdarê jî kongreya HEDEP’ê bi hêvî û coş derbas bûye. Ataselîm, axaftina xwe wiha qedand: “Ez, hevserokên nû pîroz dikim. Têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê, têkoşîna xwişk-biratiya gelan, jinan, LGBTİQ+’yan, kedkaran, wekhevî û azadiyê ye. Tenê em bi hev re dikarin vê têkoşînê bi ser bixin. Ji serkeftinê ji bo HEDEP’ê dixwazin ku dibêje ‘ji bo azadiyê.’”    MA / Hakan Yalçin