DBP amadekariyên konferanseke mezin dike 2023-10-26 09:02:46   AMED - DBP dê beriya 7'emîn Kongreya Awarte di 5'ê mijdarê de li Amedê bi beşdarbûna bi hezaran kesî konferansekê li dar bixe.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di sala 2019'an de biryara "biçûkbûnê" girtibû. Lê belê di Kongreya Awarte ya 2022'yan de biryareke nû girtibû û careke din li gelek bajaran xwe bi rêxistin kir. Piştî vê biryarê DBP'ê li Riha, Şirnex, Êlih, Sêrt, Semsûr, Çewlik, Dêrsim, Mûş, Agîri, Îdir, Erzirom û Colemêrgê car din xwe bi rêxistin kir. DBP, dê di 12'ê mijdarê de li Enqereyê 7'emîn Kongreya Awarte li dar bixe.    BERIYA KONGREYÊ KONFERANS   DBP, dê beriya kongreyê di 5'ê mijdarê de li Amedê konferanseke giştî li dar bixe. Ji bo ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li konferansê bibin, xebat hatin destpêkirin. Konferans dê bi dirûşma "Bi civaka rexistinkirî ber bi jiyana azad" bê lidarxistin. Tê payin ku dirûşma kongreyê û ya konferansê yek be.    NEXŞERÊ   Di konferansa li Amedê de dê nexşerêya serdema nû ya partiyê were ragihandin. Hat zanîn ku mijara esasî ya nexşereyê dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be.     DÊ NAMZETÊN HEVSEROKATIYA GIŞTÎ BÊN EŞKEREKIRIN   Her wiha dê di konferansê de namzetên Hevserokatiya Giştî û rêveberiya nû ya partiyê bên eşkerekirin. Hat destnîşankirin ku dê hevserokên giştî biguherin û di rêveberiyê de jî guherînên girîng pêk bên.    Hat hînkirin ku dê tenê delege tevlî kongreyê bibin.    MA / Mujdat Can