HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike 2023-10-26 15:14:58 STENBOL - Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê ya HEDEP’a Bajêr Atîla Ozdogan, diyar kir ku dê di 12’ê mijdarê de li Stenbolê kongreya xwe ya awarte lidarbixin û wiha got: “Em bi awayekî xurt xwe ji kongreya xwe re amade dikin.”   Komîsyona Kongreyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê têkildarî kongreya xwe ya awarte ku dê di 12’ê mijdarê de li Navenda Nîşandanê ya Yahya Kemal Beyatli bê lidarxistin li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Kongeraya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Îlknûr Bîrol û Mûrat Kalmaz, Hevseroka HEDEP’a Stenbolê Beser Çelîk, Hevberdevkên Komîsyona Kongreyê ya HEDEP’a Bajêr Leyla Can û Atîla Ozdogan, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û Partiya Şoreşger tev li civînê bûn.    ‘EM BI GEL RE DIMEŞIN’    Hevberdevkê Komîsyona Kongreyê ya HEDEP’ê Atîla Ozdogan ê di civînê de axivî, anî ziman ku bi biryardariyeke mezin û baweriyê wê Stenbolê bikin erdnîgariya aştî, wekhevî û azadiyê. Ozdogan, diyar kir ku ji ber vê yekê rêxistinkirina xwe mezin kirine û ber bi wekhevî û azadiyê ve dimeşin. Ozdogan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em bi kedkarên ku ev bajar kirine bajar re mezin dibin. Em tên ku Stenbolê bikin Stenbola kedê ku bajarê ked, berxwedan, têkoşîn û heqiyê hildiberîne û diafirîne. Em ji bo ku bibe Stenbola jinan, jin li vî bajarî bi awayekî azad, bêyî ku keda wan bê xwarin bijîn xwe bi rêxistin dikin. Em ji bo gel bi gel re dimeşin.”   DESTNÎŞANA TECRÎDÊ     Ozdogan, got ku “ji bo jiyana hatiye tecrîdkirin, rejîma tecrîdê, bêhiqûqiya tecrîdê bi azadiyê bişikînin tên” destnîşan kir ku hêvî çavkaniya wan a herî bi kok a têkoşînê ye. Ozdogan diyar kir ku armanca wan serkeftina bi hev re ye û pûsûlaya wan berxwedan e û ev tişt got: “Yên ku berê xwe didin pêşerojê û hêviyê ji bilî rêxistinbûyîn û têkoşînê tu şensê wan nîne. Em careke din bi hev re mezin dibin ku kolan, tax, kargeh, atolye û salonên dersdayînê yên zanîngehan weke zemîna rasteqîn a têkoşîna mafan bi rêxistin bikin û ji bo parastina hemû mafên xwe yên ku em ji rûmeta desthilatdariyan re nehêlin, em bi hev re têbikoşin.”   ‘EM GIRÎNGIYÊ DIDIN STENBOLÊ’   Ozdogan ê  êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin, da zanîn ku dê li dijî polÎtîkayên şer bisekinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me di demekî nêzîk de kongreya xwe li Enqereyê li dar xist. Di vê kongreyê de du peyamên girîng derketin holê. Yek azadiya birêz Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin ya din jî sekinîna li dijî polîtîkayên şer ên li ser Rojava bû. Em bi van peyaman re li bajaran diçin kongreyan. Em dizanin ku Stenbol Tirkiye ye. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin Stenbolê. Ji bo ku em Stenbolê ji heramiyan xelas bikin bi awayekî xurt ji kongreyê re xwe amade dikin. Em hemû gelê xwe di 12’ê mijdarê de vedixwînin kongreye.”   ‘PELEK BILIVE DÊ LI KURDISTANÊ BAHOZ RABIN’   Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol jî destnîşan kir ku Stenbol dergûşa demokrasiyê ye û wiha got: “Li Stenbolê pelek bilive dê li Kurdistanê bahoz rabin.”   Parlamentera HEDEP’ê ya Stenbolê Kezban Konûkçûjî diyar kir ku kongreya Stenbolê ya bajêr dê li dijî pêkanînên pergala faşîst bibe hevî.