Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin 2023-10-30 15:43:21 ENQERE-  Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî dadgehan da ku li ber DMME’yê û AYM’ê radibin da û ev tê wateya ku ev dewlet ne dewleta hiqûqê ye.    Serokwekîla Koma HEDEP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî neberdana siyasetmedara kurd Gultan Kişana a ku dema girtina wê tije bûye û Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay ku li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) nayê berdan, kş Desteya Giştî ya Meclisê axivî.    ‘KESEK JI MECLISÊ KÊM’   Beştaş biryara ku AYM’ê ji bo Atalay daye bi bîr xist û da zanîn ku dadgehên herêmî li ber AYM’ê radibin û li biryarên AYM’ê guhdar nakin. Beştaş xwest Can Atalay bê berdan û got ew li Meclisê ne 600 kes in kesek ji wan kêm e.    ‘TAVILÊ WAN BERDIN’    Beştaş biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Demîrtaş û Yuksekdag daye bi bîr xist û got: “Bi rastî jî ev yek nayê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê dadgehên herêmî gelo xwe dispêrin çi? Dadgehên herêmî li ber biryara DMME’yê ku der barê Demîrtaş û Yuksekdag daye radibe. Li ber biryara Can Atalay ku AYM’ê daye radibin. Dema cezayê birêz Gultan Kişanak tije bûye. Li gorî CMK’ê 7 sal derbas bûn, lê mixabin dadgeha herêmî li ber biryaran radibe. Divê ev hemû bi dawî bibin û Kişanak û Atalay tavilê bên berdan. Beştaş destnîşan kir ku ew di helwestên dadgehên herêmî de dibînin ku ev dewlet ne dewleta hiqûqê ye.