Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e 2023-11-05 13:03:21   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Safiye Akdag di konferansa DBP’ê de axivî. Akdag, bal kişand ser têkoşîna “jin, jiyan, azadî” û wiha got: “Ev felsefe, serhildana jinan e.”    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Safiye Akdag di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de axivî û got ku dirûşma “jin, jiyan, azadî” li her çar aliyên cîhanê olan dide.    Akdag, bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ piştî qetilkirina Jîna Emînî li çar aliyên cîhanê olan da. Jin, bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ hatin vê rojê. ‘Jin, jiyan, azadî’, serhildana jinan a di bin navê namûsê de tên qetilkirin e. Ji bo me pir girîng e. Me bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan xwe gihand van rojan.”