Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye 2023-11-05 13:48:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di konferansa DBP’ê de axivî û got ku DBP koka têkoşîna wan e. Bakirhan, bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û wiha got: “Êriş, li dijî hebûna me tên kirin. Di vê serdemê de pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye.”  Konferansa Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) a li Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî. Bakirhan, di serî de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, girtiyên siyasî û beşdar silav kir.  Bakirhan, diyar kir ku DBP çiqas mezin bibe, tifaqa wan û HEDEP jî ewqas mezin dibe.    ‘EM DEYNDARÊN ŞEHÎDÊN AZADIYÊ NE’   Bakirhan anî ziman ku koka DBP’yê koka têkoşîna wan e û ev tişt anî ziman: “Di dîroka partiyê de kedeke pîroz heye. Ev ked keda bi hezaran şehîdan e. Em deyndarên şehîdên azadiyê ne. Divê em layiqî vê kedê û vê rêya pîroz bibin. Îro divê her kes vê rastiyê qebûl bike, heta siyaseta me ya kurdistanî mezin nebe em jî mezin nabin. DBP çiqas mezin bibe tifaqa me jî, HEDEP jî dê ewqas mezin bibe. Ji bo pêşengiya gel mîsyoneke dîrokî a DBP’yê heye. Ji ber vê yekê divê armanca me hemûyan bibe mezinkirina DBP’ê.    ‘ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E’   Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser şer û aloziya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Weke hûn jî dizanin îro li Rojhilata Navîn şerên giran berdewam dikin. Ev sed sal in sedema şer û aloziyê sîstem bixwe ye. Gelê kurd bi sed salan li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û faşîzmê li ber xwe dide. Şerê hebûn û nemana me dide. Hevalên hêja; careke din ev rastî derketiye holê ku netew-dewletên nijadperest nikarin bibin çareserî. Îro jî em baş dizanin çareserî jiyaneke demokratîk û wekhev e. Li Rojhilata Navîn heta pirsgirêka gelê kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heta kurd azad nebin tu gel azad nabe. Heta zilm û zordariya li ser gelê kurd berdewam bike tu welat nakevin nav aramiyê. Em dibêjin rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e.”    ‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE TARÎTIYA SER CIVAKÊ RANABE’    Di berdewamê de Bakirhan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye û wiha pê de çû: “Girêdayî vê tecrîdê, civak jî ketiye bin vê tecrîda mezin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe tecrîd û tarîtiya li ser civakê jî ranabe. Hemû hêzên gelê kurd û dostên gelê kurd divê vê rastiyê baş bizanin. Divê em hemû têkoşînê bilind bikin, tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Heta em rêxistinê mezin nekin ev tecrîd dê bidome. Rakirina tecrîdê ne bes e, divê em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan jî pêk bînin.    ‘PÊDIVIYA ME YA HERÎ MEZIN YEKITIYA NETEWEYÎ YE’   Bakirhan, got ku di halê hazir de pêdiviya wan a herî mezin yekitiya neteweyî ye û wiha got: “Gelê kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye. Êriş, li hember hebûna me ne. Divê hemû hêzên gelê kurd kom bibin û tenê pêşeroja gelê me esas bigirin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna îdeolojîk û dîplomasiya gelan mezin bikin. Di vî alî de rol û mîsyona DBP’yê dîrokî û pîroz e. Li dijî îmha û asîmîlasyonê em ê paradîgmaya xwe heta dawiyê biparêzin. Ji bo kurd bigihêje statûya xwe, em ê bi hemû hêzên xwe têkoşînê mezin bikin. Ji bo têkçûna faşîzmê em ê tifaqên demokratîk mezin bikin. Wekî şoreşgerekî gotiye ger hûn li dijî faşîzmê nebin yek di zindanên faşîzmê de hûn ê werin cem hev.”    ‘JIN PÊŞENGÊN DOZA GELÊ ME NE’   Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Tevgera jinan îro li hemû dinyayê deng û rengê jinan bilind dike. Hevalên me yên jin îro pêşengiya doza gelê me dikin. Dengê jinên kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ li cîhanê belav dikin. Ez wek rêhevalê jinan têkoşîna jinan silav dikim, hûn her hebin hûn her bijîn. Her wiha divê em di nav partiya xwe de ji bo ciwanan zemînên baş ava bikin. Ciwan pêşeroja me ne. Em encax bi têkoşîna ciwanan dikarin pêşeroja xwe ava bikin. Ez careke din we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Kongreya me ji gelê me re pîroz be. Bi xêr be. Serkeftin ji me hemûyan re.”