Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse 2023-11-05 14:42:13   AMED - Hevseroka Şaxa MED TUHAD-FED a Amedê Emîne Kaya got ku pergal ji girtiyên siyasî ditirse lewma nahêle tehliye bibin.    Hevseroka Konfederasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Kaya got ku gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de hene û înfaza hinek girtiyan jî tê şewitandin. Kaya, got ku siyasetmedara kurd Gultan Kişanak yek van kesa ye.    Kaya, destnîşan kir ku pergal ji girtiyên siyasî ditirse lewma nahêle bên berdan û wiha bi dawî kir: “Tu hêz nikarin li hemberî gelan li ber xwe bidin. Ji bo Abdullah Ocalan kampanya hate destpêkirin. Gel dê xwedî li vê derkeve. Heta ku ev pêngave bi ser dikeve dê têkoşîna xwe bidomînin.”