Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe 2023-11-05 14:53:32 AMED - Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz diyar kir ku wan soza têkoşînê daye zarokên xwe û wiha got: “Em natirsin, em hene û heta ku bi ser dikevin jî dê her hebin.”  Endama Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de axivî û bal kişand ser têkoşîna dayikan. Eryilimaz, got ku dayikan soza têkoşînê daye zarokên xwe û ev tişt anî ziman: “Ji mirinan bigire heta îşkence, koçberî, talan û hwd. çi dibe bila bibe em ê yek gavê jî paşde neavêjin. Êşa hemû dayikan heman e. Tu tiştek ji aştiyê xweştir nîne. Çi dibe bila bibe me li ber xwe da û dê li ber xwe bidin. Em natirsin, em hene û heta ku bi ser dikevin jî dê her hebin. Bila ev konferanse bibe wesîleya aştiyê. Di serî de Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê ragirtin, bila her kes azad bibe.”