Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn 2023-11-08 12:58:15   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku gazên polîs di çalakî û bûyerên civakî de bi kar tînin xwediyê statûya çekên kîmyewî û bandorên kujer in û ji bo qedexekirina bikaranîna wan pêşnûme qanûnek da.   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Stenbolê Cengîz Çîçek ji bo guhertina “Qanûna Erk û Karbidestiya Polîsan” ya bi taybetî bikaranîna gazê ya ji aliyê polîsan ve li dijî muxalîfan tê bikaranîn ve sererast dike, pêşnûme qanûnek da Serokatiya Meclisê.    ‘BANDORA WÊ YA KUŞTINÊ HEYE’    Di qanûnê de hate destnîşan kirin ku bandora gaza îsotê ya kuştinê heye. Di pêşnûme qanûnê de hate diyarkirin ku di nava gaza îsotê de hin madeyên kimyasal hene û ev dibin sê beş û wiha hate gotin: “Ev gazên rondikrêj, bênijandin û vereşandinê ne. Di van çekên kîmyewî de ku tê gotin bombeyên gazê ne, 15 cûreyên cuda yên madeyên kîmyewî hene. Li gorî Protokola Cenevreyê ya 1925’an û Peymana 1993 ya têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî gaza îsotî jî di nav de bikaranîna çekên kîmyewî teqez qedexe ye.” Di pêşnûme qanûnê de hate diyarkirin ku daxwaza 80 welatan e ku gazên behsa wan tên kirin têxin nava çekên kîmyewî. Di pêşnûme qanûnê de hate destnîşankirin ku di bikaranîna çekên kîmyewî de xalên 10 û 11’emîn ên PMME’yê û xala 34’emîn a Destûra Bingehîn hatine binpêkirin û hate xwestin ku bikaranîna gazan bê qedexekirin.