MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya 2023-11-09 11:00:37   ENQERE - MYK’a HEDEP’ê ji ber biryara Dadgeha Bilind li Navenda Giştî ya HEDEP’ê civiya.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji ber nasnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a li ser parlamenterê girtî Can Atalay a Dadgeha Bilind, di serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan de li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya.   Serokwekîlên komê yên partiyê, berdevka partiyê, hevberdevkên komîsyona hiqûqê û gelek endamên MYK’ê jî tev li civînê bûn. Biryara di civîna berdewam dike de bê wergirtin dê ji aliyê Hevserokê Giştî Bakirhan ve ji raya giştî re bê ragihandin.