Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir 2023-11-09 14:04:07   ENQERE - Koma HEDEP’ê ya Meclisê hişyar kir ku Dadgeha Bilind dikare rê li ber kaosê veke û ji bo xwedî li vîn û serdestiya hiqûqê derkeve ji Meclisê xwest ku bicive.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç ji ber biryara Dadgeha Bilind serî li Serokatiya Meclisê dan û xwestin ku Lijneya Giştî ya Meclisê di vê çarçoveyê de bicive.   TIŞTA QALA WÊ TÊ KIRIN ÇI YE?   Di serlêdanê de îşaret bi gilîkirina endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate kirin û wiha hate gotin: “Ev yek bi biryara Lijneya Giştî ya AYM’ê pêkan e û dîsa rayeya darizandinê jî weke Dîwana Bilind ya AYM’ê ye. Ji ber vê yekê gilîkirina Dadgeha Bilind a AYM’ê divê weke bertekeke dijqanûnî bê penasekirin.”   Di serlêdanê de îşaret bi gotina AKP’iyan a “Di hiyerarşiya darazê de dadgeha herî bilind Dadgeha Bilind e” hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Di hiyerarşiya darazê de dadgeha herî bilind ne Dadgeha Bilind; AYM ye. Dadgeha Bilind bi girtina Can Atalaya destûra bingehîn binpêkiriye û bûye hevkar.”    DAXWAZA HEVDÎTINA GIŞTΠ   Di serlêdanê de bal hate kişandin ku ev rewş dikare rê li ber kaosê veke û wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtineke giştî bê vekirin, mijar were nirxandin û Meclis xwedî li vîna xwe û serdestiya hiqûqê derkeve.”