Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin 2023-11-11 10:50:29   ENQERE -  Hevberdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû ya di konferansa Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de axivî, diyar kir ku rêveberiyên herêmî qada avakirinê ya sêyemîn in û wiha got: "Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Rêveberiyên Xwecihî Yên Azad ve!” li avahiya partiyê ya li Balgatê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xist. Gelek delegeyên jin ên ji Kurdistan û Tirkiyeyê tev li konferansê bûn.    Konferans piştî hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê bi temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir. Piştî temaşekirina sînevîzyonyonê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Axaftina vekirinê ya konferansê ji hêla Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglu ve hat kirin.    Turkoglû ya bi silavkirina beşdarvanan dest bi axaftina xwe kir wiha got: "Jinên ku tu carî dev ji gotina 'Hevserokatî xeta me ya mor e' bernedaye, jinên ku li Rojava bi avakirina gund û koperatîfên jinan baweriyê me ya jinan zindî hiştîne û jinên ku li Şengalê ji rêveberiya herêmî re pêşengtî kirine re silav. Jinên ku kolan, qadên jiyanê û her wiha zindanan veguherandin qadên berxwedanê silav dikin.    TAYÎNKIRINA QEYÛMAN ÊRIŞA LI DIJÎ PERGALA ME YE   Modela ku me di sînevîzyonê de dît di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûman re hat xespkirin. Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî tu carî dev jî xebatên xwe yên jinûve avakirinê û berxwedanê berneda. Tayînkirina qeyûman tê wateya êrişa li hemberî pergal me, vîna gelê kurd û têkoşîna wekheviyê. Divê mirov wisa bigire dest. Dema em li dijî qeyûman derdikevin jî em di nava gelê xwe de jî nîqaşa em ê çawa bi hev re xebatên jinûve avakirinê bidin meşandin nîqaş dikin. Me gelek xebat dan meşandin. Zêdetirî 20 salan tecrûbeyên me yên rêveberiyên herêmî hene. Me di şexsê jinan de modelek ava kir. Ev model ji Tirkiyeyê re, ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bû mînak.    Jiyaneke demokratîk çawa tê avakirin, demokrasiya herêmî çawa ye, derbarê van mijaran de bi salan e xebat tên kirin û modelek jî hatiye afirandin. Rojava mînak e û li vir qonaxeke demokrasiya herêmî heye. Li Şengalê jî modelek tê afirandin. Bi taybetî li cîhanê gelek tevger hewl dide ku modela ku tevgera kurd afirandî pratîze bike. Ji ber vê sedemê em dibêjin ku tayînkirina qeyûman tê wateya avakirina rejîma li dijî jin, maf û demokrasiyê.    300 JIN HATIN QETILKIRIN    Desthilata AKP'ê û MHP'ê ji sala 2016'an ve konsepteke şer dimeşîne. Ev konsept bi rejîma qeyûman re veguherî revêberiyê. Ev rêbaza rêveberiyê êrişê destkeftiyên me dike û her wiha bû sedema belavbûna tundiyê jî. Belavbûna tundiyê bi tasfiyekirina destkeftiyên jinan bêtir zêde bû. Zêdebûna qetilkirin û tundiya li dijî jinê ji ber zîhniyeta qeyûman pêk tê. Tayînkirina qeyûman xespkirina destkeftiyan û hewldana dezgehên darazê jî bû sedema xespa hemû saziyan. Tenê di 10 mehên dawiyê de 300 jin hatin qetilkirin. Di nava wan de jî mirina 190 jinan jî bi guman e.    EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO PERGALA HEVSEROKATIYÊ BIDOMÎNIN   Bi tayînkirina qeyûman re Pergala Hevserokatiyê û dezgehên ku ji bo jiyana wekhev hatî avakirin hatin xespkirin. Îro em teşhîra vê yekê dikin. Derbarê vê mijarê de me kargehan organîze kir û xebat dan meşandin. Nabe ku Pergala Hevserokatiyê bê terorize û marjînalizekirin. Ji roja ewilî heta îro têkoşîna azadiya jinên kurd ji bo azadî û wekheviyê bû her wiha ji bo edaletê bû. Îktîdar tehemûlê jinan û kurdan nake û dijminatiyê pêş dixe. Lê em ê ji bo Pergala Hevserokatiyê di tevahiya jiyanê de pêk bê têkoşîna xwe bidomînin.    EM Ê BI TÊKOŞÎNÊ JIYANA AZAD Û WEKHEV BIAFIRÎNIN   Ji bo Rojava  piştevaniyeke mezin pêk hat, ji bo Kobanê jî piştgireyeke mezin hebû. Desthilat di sala 2016'an de kesên ku piştevaniya Kobanê kir darizand. Îro li dijî Rojava, Kobanê û Şengalê jî êrişan pêk tîne. Desthilat bi zelalî helwesta xwe ya alîgir nîşan dide. Desthilat li cem zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Li Rojava jin çawa bi têkoşînê jiyana azad û wekhev afirand, em ê jî li vir heman jiyanê biafirînin.    TECRÎD BINGEHA XWE JI REJÎMA QEYÛMÊ DIGIRE   Ev serpêhatiyên li dijî gel girêdayî tecrîdê ye. Me çawa di civînên jinan û kargehên ku hatî lidarxistin de anî ziman û carekdin jî tînin ziman; ji bo ji holê rakirina rejîma qeyûmê divê em ji bo têkbirina tecrîdê têbikoşin. Tecrîd bingeha xwe ji rejîma qeyûmê digire. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dê di konferansê de bibe mijar.   POLÎTÎKAYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Modela me çi ye? Model avakirina jiyana azad, wekhev û demokratîk e. Ev model bi xwe fikriyata avakirina netewa demokratîk e. Rêveberiyên herêmî bi xwe avakirina rêya 3'yemîn e. Ji bo hilbijartinên herêmî demek kurt maye. Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin. Em dev ji pergala xwe ya hevserokatiyê bernadin. Desthilat çi dike bila bike Pergala Hevserokatiyê destkeftiyeke me ya jinan e. Zêdetirî 20 salane modelek me ya rêveberiya herêmî heye.    Polîtîkaya partiya me ya rêveberiyên herêmî heye, mekanîzmayên ku pirsgirêkan çareser dike heye. Em ê her tiştî bi jin û ciwanan re pêk bînin. Em ber bi hilbijartina herêmî ve diçin, çend tundî hebe berxwedan û afirandinek jî heye. Li ku derê newekhevî hebe, li vir têkoşîna me ya wekheviyê hebe. Li ku derê xizanî hebe em ê li vir bi kooperatîf û rêxistinbûna xwe berxwedanek dê hebe. Li ku derê texrîbateke ekolojiyê hebe, em ê li vir bajarên azad ava bikin. Li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî ciwanan modela xwe ya rêveberiyên herêmî dê bikevin meriyetê. Ji bo astengdarên jin bajarên bêasteng avabikin.    Hûn dizanin ku gelek tişt hene ku bên kirin. Em ê di hilbijartinê de çi ji me hatine dizîn em ê carek din bigirin. Em ê hewl bidin ku hemû texrîbatên ku hatî kirin ji holê rakin. Bila rêya me vekirîbe."    BERPIRSYARIYA DÎROKÎ YA AVAKIRINA RÊYA SÊYEMÎN   Her wiha hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, peyamek ji konferansê re şand û wiha got: "Jinên delal, em îro di konferansa we de bi awayekî fizîkî ne li wir in lê bizanin ku em di hest û ramanê de li kêleka we ne û em ê her dem li kêleka hev bin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin her çiqas kaotîk xuya bike jî ji bo kurdan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybet jinan firsendeke dîrokî ye. Em weke jin li hemberî hemû zîhniyet û têgihiştina modernîteya kapîtalîst bi berpirsyariya dîrokî ya avakirina rêya sêyemîn re rû bi rû ne.   Di pêvajoyeke wisa de ku qêrîna me ya azadiya 'Jin jiyan azadî' sînoran derbas dike, em ê bi tevahî di têkoşîna azadiya jinê de bi ser kevin û bi feraseta konfederalîzma jinê cîhanê bi rêxistin bikin. Bi nûnertiya xwe ya wekhev û modela hevserokatiyê em ê hemû ferasetên zayendperest, neteweperest û olî ji holê rakin û jiyaneke cuda ava bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi biryarên ku hûn ê di vê konferansê de bidin, li dijî faşîzma mêr a ku koletiyê li ser me ferz dike, em ê rejîma qeyûm hilweşînin û bi paradîgmaya xwe jiyanê ava bikin."