Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn 2023-11-12 10:17:18 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û wiha got: “Li rojavayê welêt jî deriyên me ji bo tifaqan vekirî ne. Dê tu xebat û biryar bêyî agahiya gel neyên dayîn.”  Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku ji hêla Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşma “Bi civaka birêxistinkirî ber bi rêveberiyên herêmî ve” li dar dixe, dest pê kir. Konferans, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona dîroka şaredartiyê ya tevgera siyasî ya kurd hate pêşandan. Dema peyamên Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Selçûk Mizrakli hatin xwendin, beşdaran çepik lê dan.    Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di konferansê de axivî. Bakirhan, wiha got: “Beriya destpêkirina konferansê dixwazin Edîp Solmaz, Fîkrî Sonmez, Nadîr Temel bi rêzdarî bi bîr bînim. Her wiha endamên me yên ewil ên meclisa şaredariyê Dûre Kaya, Saadet Yavuz û Emîne Hacioglû Yûsûf jî bi bîr tînim. Dibe ku Edîp û Fîkrî wê demê bi tenê bûn. Lê niha bi sedan kesan ev eywan tije kirine. Fatsa Êlih bû û gelê me yê li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê îro nûnertiya xwe dike.    Dema mirov sînevîzyonê temaşe dike, mirov nikare xwe bigire ku hestiyar nebe. Gelek hevalên me yên li vir hene ku ev dîrok gelek caran jiyan. Belê, neqediya hêj didome têkoşîna me. Tevî her zext û rewşên neyînî jê dê bidome. Serpêhatiya me ya rêveberiyên herêmî pir dirêje. Em xwedî çîrokeke birûmet in. Baweriyeke me ya mezin heye ku dê vê çîrokê bi ser bixin.    EM Ê FIKRÊN EDÎP Û FÎKRIYAN BIDOMÎNIN    Ev pergal, ji dîroka komarê heta niha bi taybet jî muxalîf û rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê ji xwe re weke xetereyekê dibîne. Qetilkirina Edîp û Fîkrî jî mînaka vê ye. Ji bo rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê tev li pergalê bikin, li Kurdistanê hiqûqeke taybet xistin meriyetê. Tayînkirina qeyûman mînakeke vê ye. Rêveberekî AKP’ê ku rûmeta xwe daye ber firotinê û li ser nirx û bedelên gelê me hin tişt bi dest xistine, demekî kin berê li xwe mikûr hat. Dibêje yan hûn dê AKP’ê hilbijerin an jî dê qeyûm bên tayînkirin. Em jî ji van kesên rûmeta xwe firotine re dibêjin ku em şopdarên rêya Edîp û Fîkriyan e.    DI DÎROKA ME DE ŞAREDARTIYA CIVAKPARÊZ HEYE    Em ê bi hev re vê zîhniyetê têk bibin. Rêya herî baş a valaderxistina vê pergalê, feraseta me ya rêveberiyên herêmî ye ku tevî her tiştekî xwe li ser pêyan digire. Di dîroka me de şaredartiya civakparêz heye. Me tu ferq û cudahî nexistin navbera gel, bawerî û zimanan. Me zêdetir girîngî da xizmetê. Bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz me rêveberiyên herêmî birêve birin. Bi nêrîna jinê em ji bo cîhanê bûn mînak ku pergala hevserokatiyê yek ji mînakên vê ye. Şaredartiya jinan, bajarên jinan mînakên vê ne. Ji bo me cihê serfiraziyê ye ku bi pratîka xwe ji bo cîhanê bibin mînak.    EM GEL BI XWE NE, MALA GEL IN   Hevalên hêja, şaredariyên me ne tenê gelparêz û şefaf bûn, di heman demê de her kes jî hembêz kir. Li herêmên xwe sûdekî mezin dan çareserkirina pirsgirêkên azadiyê yên gel. Bi taybet jî keda wan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, gelek hêja ye. Tevî hemû rewşên neyînî jî gel xwedî li me derket û ji me bawer e. Li gel ku pirî caran qeyûm hatin tayînkirin jî dîsa em hatin hilbijartin. Ji ber ku em nûnertiya wan dikin û em bi hev re birêve didin. Em, gel bi xwe ne, mala gel in.    DIVÊ EM HER TIM NEBIN ALIYÊ KU DIDE WINDAKIRIN   Îro dê li vir nîqaşên nirxdar û biryarên girîng bên dayîn. Duh di konferansa jinan de nîqaşên binirx hatin kirin û biryar hatin dayîn. Ez bibawerim ku dê li dijî vê pergala zordest îro li vir biryarên xurt bên dayîn. Her kes mereq dike bê ka em ê di hilbijartina nêz de çi bikin. Dixwazim çendek tiştan bibêjim. Me li herêman gelek civîn li dar xistin. Me kêmasî û aliyên qels ên serdema berê tespît kirin û ji xwe re nexşerêyek diyar kir. Gelê me nirxandin û pêşniyarên girîng kirin. Divê em di mijara rêveberiyên herêmî de her tim di rewşeke ku dide windakirin de nemînin. Piştî ewqas bedelan, em dixwazin li her devera em lê dijîn temsîliyat îradeya me hebe. Em mecbûr nînin, bi awayeke neyekser bibin aliyên tifaqên din. Em dixwazin heke tifaqek were kirin, ev tifaq li ber çavên raya giştî û bi şefafî were kirin.    DÊ TU BIRYARÊN ME BÊYÎ AGAHIYA GEL NEYÊN DAYÎN    Gelê me ji me re got ku li şûna pozîsyona li herêmê qezenc dikin û li rojava dide windakirin, divê pozîsyona li her derê qezenc dike derkeve pêş. Em jî heman tiştî dibêjin. Em ê ji ewil şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin azad bikin. Her wiha em ê şaredariyên ji hêla AKP’ê ve xerab tên birêvebirin bistînin. Em ê li tevahiya bajarên ku yekemîn û duyemîn derdikevin bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Dê namzetan jî piştî hevdîtin berfireh diyar bikin. Ji bo rojava jî dikarim vê bibêjim; deriyê me ji bo tifaqan vekirî ne. Dê tu axaftinên em bi tifaqan re dikin, tu biryarên em didin bêyî we nebin û em ê parve bikin. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo îradeya gelê me li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bêhtir were temsîlkirin, em ji bo tifaqan amade ne.    Ev nayê wê wateyê ku em ê teqez di nava tifaqekê de cih bigirin. Tifaqê ku bi kêrî gelê me, bi kêrî kedkaran neyê em ê tev li nebin ku em bêalternatîf jî nînin. Em bi namzetên xwe yên xurt û bi siyaseta xwe ya Rêya 3’yemîn ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî amade ne. Me amadekariyên xwe temam kirine. Me gelek caran got, dê namzetên xwe piştî erêkirina gel hilbijêrin. Êdî bi lijneya sindoqê, an jî bi dengên delegeyan bibe. Anku kesên ji hêla gel ve hatine pêşniyarkirin em ê hilbijêrin.    KESÊN ELEQEYA WAN BI ME RE NÎNE DÊ BIRÊVE NEBIN    Bajar ên me ne, gel ê me ye. Yên bedel didin em in, yên tên tepisandin em in. Yên ku herî zêde êşa vê zîhniyeta qeyûm û faşîst dikişînin em in. Ji bo ku tiştê aydê xwe bi dest bixin, divê em gelek hewl bidin. Em ê destûrê nedin ku kesên tu eleqeya wan bi çand, ziman û şêweyê jiyana me re tune ne bên bajarên me birêve bibin. Amûra herî baş jî hilbijartinên pêşiya me ne. Ricaya min ji we heye, ev hilbijartin naşibe hilbijartinên din. Nabêjim hilbijartina hebûn-tunebûnê lê gelek girîng in. Divê em hêviya gelê xwe mezintir bikin. Ji bo encamên baş divê em bi şev û roj bixebitin. Ez bibawerim ku dê vê pêvajoyê bi serkeftî temam bikin.”