Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin 2023-11-16 11:34:42 AMED - Hevserokê Giştî yê HEDEP’e Tûncer Bakirhan bal kişand hêzên paramîlîter ên li Tirkiyeyê û bang kir ku herkes li dijî van hêzan têbikoşe û xwe bi rêxistin bike.  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan, li Amedê bi rêxistinên partiya xwe yên bajar û navçeyan re civiya. Di civîna ku li oteleke li navçeya Sûrê pêk hat de pankarta “Ji bo serkeftinê jinûve HEDEP” hate daliqandin. Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan ê di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, têkildarî rojevê nirxandin kirin.    ‘EM Ê CAREKE DIN QEYÛMAN BIŞÎNIN’    Bakirhan ê bi rexnekirina polîtîkayên qeyûm dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Em ê careke din qeyûman bişînin.” Bakirhan, xwest ku civîn bibe wesileya rêyeke nû û wiha berdewam kir: “Vedat Aydin, Alî Tekdag û bi hezaran hevalên me yên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Ez silavên xwe ji Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Selçûk Mizrakli ku ji Amedê derketine û teşe dane siyaseta me dişinim. Em di kesayeta wan de hemû girtiyên siyasî silav dikin.”   ‘DIVÊ EM BIRÊXISTIN BIN’     Bakirhan, bal kişand ku erdnîgariya Rojhilata Navîn weke laboratûvarekê tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her saniye û deqîqeyên li erdnîgariya em lê dijîn gelek girîng in. Mîna laboratûwarekê ye ku polîtîkayên tên meşandin bala welatên emperyalîst, hêzên herêmî û welatên mêtînger dikişînin. Di erdnîgariyeke wiha de em kurd her tim zêdetir bi rêxistinbûyî ne û li dijî van pergalên me tune dihesibînin bi parastina rêxistibûyîna xwe re rûbirû ne. Carna zêdebûna bi awayekî hejmarî nayê wê wateyê ku mirov serbikeve. Heke wisa bûya divê statuya bi milyonan kurdên di cîhanê de dijîn hebûya. Lê demek wisa nabe. Divê em bi rêxistin bin.    Tenê ziman û nasnameya me tune nahesibînin, di heman demê de bi nirxên me û pêşeroja ciwanên me dilîzin. Di serî de Amed li Kurdistanê siyaseta xwe ya bêeman têxin meriyetê. Ez keda hevalên me yên êşa gelên me li ser milê xwe hîs dikin û di nava xwerêveberiyên me de cih digirin, dizanim. Divê em xwe bigihînin hîn bêhtir mirovan. Divê em li dijî vê pergalê her kurdî her mirovî qezenc bikin. Dê bixwazin me mehkûmî vê feraseta tirkparêz û yekperest bikin. Hûn jî şahid in kesên ji bo Filistînê rondikan dibarînin, dema gotûbehs dibin kurd dest ji vê feraseta xwe ya zordar bernadin. Em bi gelê Xezayê û Filistînê re ne. Gelê kurd her tim li cem gelên mazlûm e. Lê pergala ku li Amedê ji bo gelê Filistînê rondikên bi derew dirijîne li dijî gelê kurd e. Tu eleqeya vê pergalê ne bi ol, ne bi bawerî ne jî bi mirovahiyê re nîne. Hatina bahev a paytextê vê erdnîgariyê berpirsyariyê li me bar dike. Em ji xwe bawer in ku di pêvajoya jinûve avakirin û rêxistinkirinê de em ê bi teşhîrkirina van serbikevin.   BERTEK NÎŞANÎ BERDANA SAMAST DA    Me duh bi hev re temaşe kir. Ermen tenê rastî qirkirinê nehatin. Ermenên mayî hewldan bijîn. Hrant Dînk hate qetilkirin, kesê ew qetilkirî duh hate berdan. Selahattîn Demîrtaş ji ber fikrên xwe, Selçûk Mizrakli ji ber ku kiryarên qeyûm anîn ziman di hundir de ne, Gultan Kişanak jî di hundir de ye lê kesê Hrant Dînk qetil kir, destê xwe dihejîne û derdikeve. Ji bo ku demokrasî û hiqûqa rast were ser vê axê tişta ji destê me tê em ê bikin.   BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN OZEL DA   Di CHP’ê de pêvajoyeke kongreye dest pê kir. Lê em dişopînin weke ku zêde tiştek nayê guhertin. Em bûn şahid ku qasî bi qodên dewletperest, feraseta netewperest bê berdewam kirin guhertina navan gelek ne girîng e. Em axaftina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a derbarê birêz Ocalan ku bi milyonan mirov weke vîna xwe dibînin qebûl nakin. Anîna dijî hev a kurdan a serokê giştî yê partiyeke ku îdia dike ku dê vê meseleyê çareser bike, ne etîk e, ne exlakî ye ne jî dê tevkariyê li siyasetê bike. Bila li hundirê xwe binêrin, bêedaletiyê bînin ziman. Li dijî vê pergala ceberût bila derkevin kolanan û li ber xwe bidin. Bila dest ji vî zimanê dabeşkar berdin. Em careke din vê axaftinê rexne dikin, em dixwazin diyar bikin ku şerê li ser kurdan tê meşandin û aktorên kurd bidin ber hev rast nabînin.   DIVÊ EM ZÊDETIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN   Pergal bi qetilkirinê, bi dabeşkirinê serneket. Niha bi rêbazên qirêjtir hewl dide bi hêzên paramîlîter serbikeve. Em dixwazin li dijî van hêzên paramîlîter we hevalên me hişyar bikim. Ev ax, ev erdnîgarî ya me ye, em ked didin. Divê em li dijî van hêzên ku pergalê li ser vê axê afirandine hestiyar bin.    Divê em li kolanan bin, kesekî/e ku destê wî negirtî nehêlin. Divê em li taxan, li kolanan bin. Divê em di serdema nû de zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Cihên ku em lê neyî ev kesên li dijî kurdan dagirin. Ez dixwazim diyar bikim ku hevalên me yên rêveber divê li dijî vê feraseta bi xeter zêdetir têbikoşin.   BANG LI DESTHILATÊ KIR    Di serî de Amed ev bajêr bi qeyûman tên birêvebirin, divê em dawiyê li vê bînin. Dixwazin di nava civakê de belav bikin ku dê dîsa qeyûman tayîn bikin. Em ê şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin û zêdetirî wan bi dest bixin. Ez dixwazim bang li desthilatê û hevkarê wî yê biçûk bikim; em ê destûr nedin ku mewziyên vî gelî bi can û xwîna xwe bi dest xistine, bi qeyûman dîsa bi dest bixin. Ez ji vir desthilatê û hezkiriyên qeyûman hişyar dikim.    Me di civînên kirin de bi rexne û pêşniyarên we jinûve birêxistin bûn. Em bi hevalên xwe yên ciwantir û dînamîk re vê pêvajoya nû pêşwazî bikiln. Armanca me ya vê civînê jî ew e ku xeta xwe ya polîtîk a di vê pêvajoyê de zelal bikin û bikin ku çalakî û aktîvîteyên pêşiya me bi hêz derbas bibin.”    AHMET KAYA Û SEYÎT RIZA BI BÎR ANÎN    Salvegera mirina Ahmet Kaya ye, dixwazim wî jî bi bîr bînim. Ez pergala ku li ser vê axê mirin, sirgun û girtîgeh nîşanî gelê kurd da şermezar dikim. Em ê bi têkoşîna xwe vê pergalê rojekê têk bibin. Di heman demê de salvegera mirina Seyît Riza jî ye, wî jî bi bîr tînim. Weke ku Pîr Seyît Riza got em ê tu car dest jê bernedin. Seyît Riza li dijî pergala ku ziman û çanda me tune dihesibîne, ji bilî komkujî û girtîgehan tu rê nehiştin rê nîşanî me da.”   Piştî axaftina Bakirhan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.