Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê 2023-11-16 14:05:29   ENQERE - Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek ji bo navên darbekaran ên li cade, kolan, bulwar û hwd. hatine kirin bên jêbirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Stenbolê Cengîz Çîçek, ji bo navên darbekaran ên li cade û kolanan hatine kirin bên jêbirin pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê.    Di pêşniyarqanûnê de hat gotin ku dîroka Tirkiyeyê dîroka darbeyan e, di dema darbeyan de siyaseta demokratîk hatiye paşguhkirin, li dijî îtîrazên civakî bi tundiyê bersiv hatiye dayîn û îktîdarên siyasî û burokrasiyê bi hev re ev mekanîka darbeyê heta roja me zindî hiştine.    Çîçek, diyar kir ku AKP jî mekanîka darbeyê didomîne, kesên darbekar weke leheng tên nîşandan û divê navên van kesan ên li qada cemaweriyê hatine kirin bê jêbirin. Çîçek, ev tişt anî ziman: “Ji hêla dîroka demokrasiyê ve navên van kesan tenê dikarin di muzexaneyên şermê de cih bigirin. Li şûna hesabpirsînê, li Tirkiyeyê navên van kesan li gelek dibistan, bulwar, cade, kolan, park û hwd. hatine kirin û ev kes zindî tên hiştin. Divê navên kesên di tevahiya dîroka komarê de hewl dan rêveberiyên sivîl hilweşînin li tu saziyên cemaweriyê, cade, kolan û hwd. neyên kirin. Divê navên van kesan di nava 3 mehan de bên jêbirin.”