Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye 2023-11-21 11:47:24   ÎDIR - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan gotinên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên têkildarî benda 50+1’ê nirxand û wiha got: “Ka we digot bi vê pergalê dê aştî û demokrasî were, dê xizanî û şer bi dawî bibin? Pergalên ku civak tê de cih negirin neçarî tunebûnê ne.”   Serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan a li Îdir, Qers û Erdexanê dest pê kir. Bakirhan û şandeya pê re di saetên serê sibehê de ji Agiriyê bi rê ketin û li Bazîdê ji hêla gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Piştre jî derbasî Îdirê bûn. Şande, di ketina bajar de bi dirûşm, dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin. Bakirhan ku hate pêşiya avahiya HEDEP’a bajar, li vir gel silav kir.    ‘PIRSGIRÊKA KURD UGUR KAYMAZ E’   Bakirhan, bi bîr xist ku zarokê bi navê Ugur Kaymaz ê 12 salî di 21’ê mijdara sala 2004’an de li pêşiya mala xwe ya li Qoser a Mêrdînê bi 13 guleyan hate qetilkirin û wiha got: “Îro salvegera qetilkirina wî ye. Ugur Kaymaz, bavê wî û hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Medet Serhat ku wî ev têkoşîn hînî me kir jî di vê mehê de hatibû qetilkirin. Carnan dibêjin ‘me pirsgirêka kurd çareser kir, pirsgirêka kurd çi ye?’ Pirsgirêka kurd, qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî ye. Qetilkirin besî wan nekir ku hefteyek berê kêla gora wî rûxandin. Ne tenê ji Ugur ditirsin, ji kêla gora wî jî ditirsin. Heke hûn pirsa pirsgirêka kurd çi ye bikin, em dibêjin ku qetilkirina rewşenbîrê kurd Medet Serhat û ajokarê wî ye. Pirsgirêka kurd Mehmet Nûrî Guneş e, Yaşar Akkuş e, tayînkirina qeyûman e, girtîgehên bi kurdan hatine tijekirin e. Heta ku ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin û bi qanûn û makeqanûnan neyê mîsogerkirin jî em ê her tim bibêjin pirsgirêka kurd heye.”    BERTEK NÎŞANÎ GOTINÊN ERDOGAN DA   Bi domdarî Bakirhan gotinên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “di dîroka komarê de tu qirêjî nînin” bi bîr xist û wiha got: “Gelo dê gelê Îdirê ku ewqas bedel daye û bi dehan mirovên wan di girtîgehê de ne ji van gotinan bawer bike? Dê gelê Roboskê bawer bike? Dê malbata Ceylan Onkol, ermen, elewî û xelkê Îdirê yê hêj niha jî zimanê wan qedexe bawer bike? Bawerim tenê Erdogan û komeke rantxwir, berjewendîperest û yên rûmet û şexsiyeta xwe firotin bi van gotinan bawerin. Pirsgirêka kurd heye û rabûrdiya vê komarê jî gelek qirêjî ye. Em dikarin van qirêjiyan paqij bikin. Ev çawa pêkan e? Ji ewil divê girtiyên siyasî bên berdan, dawî li tayînkirina qeyûman bînin, qanûna têkoşîna li dijî terorê were guherandin, bi guherandina qanûna partiyên siyasî dibe. Em her hilbijartinê bi partî û logoyeke cuda dikevin hilbijartinê. Ma qirêjiya ji vê mezintir heye?    Sînorê Îdirê bi sê welatan re heye. Lê bêkarî, xizanî û hwd. di lûtkeyê de ye. Gelo ma qirêjiya ji vê mezintir heye? Mirov ji ber ku kurd in, di nava tirsê de ne bê ka dê kengî li deriyê wan bê xistin û bin girtin. Heta ku têkoşîna me ya li dijî dijminatiya komarê ya li kurdan bidome dê ev qirêjî roj bi roj mezintir bibe.    DEV JI DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN BERDIN    Hewce nake em polîtîkaya zilm û qirkirinê ya hikûmetê ya li dijî Rojava vebêjin. Ev ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojava jî dijminatiya kurdan dikin. Li Hewlêrê, li Silêmaniyeyê jî vê dijminatiyê dikin. Heke Tirkiye dev ji vê dijminatiyê berde dê li herêmê pir bihêz bibe. Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê her sê deriyên sînor jî vekirî bin. Îdir û Qers dê bibin du bajarên bazirganiyê.  Li welatekî pirsgirêka kurd hatiye çareserkirin dê tu kes koçber nebe, dê krîza aborî nebe. Heta niha ji bo kurd bi zimanê xwe neaxivin û nebêjin ‘em kurd in’ 800 milyar dolar xerc kirine. Baş e lê wezîrê aboriyê Mehmet Şîmşek çi dike? Li Londonê ji bo 2 milyar dolaran derî bi derî digere. Li şûna li ber deriyên xelkê bigerî, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike.    PERGAL NEÇARÎ TUNEBÛNÊ YE   Erdogan qala 50+1’ê ya di pergala hikûmeta serokkomariyê de dike. Ew û şirîkê xwe yê biçûk ketin qirika hev. Qaşo dê bi 50+1’ê demokrasî û aştî bihata, dê şer û xizanî xelas bûbûya. Bi ser 5 sal derbas nebûn ku niha li ser nîqaşan dikin. Xuyaye ku şirîkê biçûk ji ber vê ewqas aciz e. Her projeya wan yek bi yek têk diçin. Ji ber ku di hundirê wan de gel tune ye. Hemû pergalên civak tê de cih nagirin, neçarî tunebûnê ne.    QEYÛM BÛDÇEYÊ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRAN DIKIN    Qeyûm, bûdçeya gel pêşkeşî alîgirên xwe dikin. Îdir, di nava welatên Ewropayê de yek jê bajarê hewayê wê herî qirêjî ye. Ev jî berhema qeyûm e. Ev diz tenê bi vê bisînor neman. Di nava 3 salan de Îdir 350 milyon TL xistin bin deyn. Anku heke ev şaredarî bikeve destê me, em nikarin 10-20 salan vî deynî bidin. Ez niha ji dizo begê dipirsim; te 350 milyon TL ji bo ku xerc kirin? Ji her alî ve bajar têk diçe. Divê em dawî li vê pergala talan û qeyûman bînin.    ROJAVA MÎNAKA HERÎ BAŞ A PÊKVEJIYANÊ YE    Gelê kurd bi rastî jî xwedî rêveberiyeke mutewazî, xêrxwaz, adil û wekhevîparêz e. Mînaka vê ya herî baş Rojava ye, Kobanê ye. Li navenda herî paşverû ya Rojhilata Navîn, jinên kurd îro tevî jinên ereb li meclisan hevserokatiyê dikin û Rojava birêve didin. Tekane şoreşa niha ji bo cîhanê dibe hêvî, Şoreşa Rojava ye. Edalet heye, wekhevî heye û rêzgirtina ji bo bawerî û jinan heye. Li xaka ku DAIŞ’ê li ser derbas bûyî îro demokrasî, perwerde, çand, xwişk-biratî û azadî heye. Bi vê wesîleyê em ji vir Şoreşa Rojava silav dikin. Di serî de Îdir, kêmek maye em vê zîhniyeta talanker li tevahiya xaka Kurdistanê tune bikin.    EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BISEKININ    Li Tirkiyeyê tecrîdeke girankirî heye. Ev nêzî 3 sal in nahêlin birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Birêz Ocala şexsekî asayî nîne û aqilê dewletê baş bi vê dizane. Serê xwe zêde li ser vê meseleyê êşandiye, gelemperiya jiyana xwe di hucreyeke yekkesî de derbas kiriye lê dîsa jî bûye bavê fikra neteweya demokratîk, komara demokratîk, pêkvejiyan û hemwelatiya wekhev. Bawer bikin AKP jî baş bi vê dizane. Birêz Ocalan di sala 2015’an de ji bo çareseriyê her tişt kir. Divê pirsgirêka kurd di vê sedsalê de bê çareserkirin. Rêya çareseriyê hêsan e. Gelê kurd birêz Ocalan weke muxatab dibîne û heke hûn pê re rûnin dê pirsgirêk çareser bibe. Dixwazim gel bi hev re li dijî polîtîkaya tecrîdê bisekine. Bidawîkirina tecrîdê dê bi xwe re aştî û demokrasiyê bîne.”    Bakirhan, piştî axaftinê çû serdana esnafan.