Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir 2023-12-13 15:51:29   ENQERE - Hevdîtina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dest pê kir.    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, ji bo ku bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike hate Navenda Giştî ya DEM Partiyê. Cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Gul Çîftçî û Gokhan Zeybek û Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke jî bi Ozel re hatin.     Ji DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û Ozlem Gunduz şandeya CHP’ê pêşwazî kirin. Ozel, ji şandeya DEM Partiyê re got “Ser xêrê be.”   Di çarçoveya serdana li ser daxwaza CHP’ê hate kirin de tê payîn ku rojeva hilbijartinên herêmî ya dê di 31’ê adara 2024’an de were kirin were rojevê.    Piştî hevdîtinê wê civîna çapemeniyê ya hevpar were lidarxistin.